Hevserokên Giştî yên HDP Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di bernameya televîzyona Medya Haberê de diyar kirin ku ewê di kongreya HDP ya pêşerojê de carek din nebin namzet.
Buldan û Sancar diyar kirin ku divê di civîn û konferansan hesabê têkçûna hilbijartinê bidin, partîyê bigihînin kongreyê û gotin ku ew ê erka xwe radestî kongreyê bikin.
Piştî ku HDP di hilbijartinê de deng winda kir, nîqaşên navxweyî dest pê kirin û li dijî hevserok û siyaseta HDP nerazîbûnek mezin derket hole. Bi taybet Kurd êdî rasterast li dijî siyaseta HDP derdikevin û dibêjin HDP ji xeta xwe derketiye.