HDP ber bi kûve diçe!

HDP ber bi kûve diçe!

Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar tevlî bernameyeka televizyona PKKê bûn û di derbarê pêşeroja xwe de axivîn.

Sancar got: Di kongreya ku bê lidarxistin de em dê nebin berbijêrê hevserokatiyê. Me biryar da ku em di kongreyê de erkek nû wernegirin. Em dê erka xwe ya hevserokatiyê ji hevalên din re bihêlin.

Tê zanin ku, di pêvajoya hilbijartinan de vê carê ji desthilatdariya HDPê behtir raste rast Qendil ket di nava bazaran de û gelek vekirî pê li Buldan û Sancar kirin. Lê wan newêrî deng derxin û niha jî cardin bi îcazeta Qendil dixwazin herin. Di pêvajoya hilbijartinan de di nava HDPê de taybetî di nava kurdên welatparêzên di nava HDPê de gelek rexne li van herdu hevseroka hate kirin. Ji ber ku, bi temamî bê insiyatif bûn. HDPê bê qeyd û şer yan jî bi bazarek veşartî pişgiriya Kiliçdaroglu kir. Ji bo vê jî gelek kesan di nava HDPê de ev yek protesto kir û ji bo Kiliçdaroglu neçû ser sendoqa û deng nedan.

Demekî HDPê da xûyakirin ku ew dixwazin ji bo serokkomariyê Kandidatê xwe derxin. Serdana Demirtaş kirin û piştî serdanê berpirsên HDPê gotin: Em çûn serdana Demirtaş me pêşniyar kir ku, ew bibe kandidatê HDPê yê serokkomariyê. Lê wî qebûl nekir.

Piştî hilbijartina dema Demirtaş da xûyakirin ku , ew ji dev siyaseta çalak berdide, got: Min pêşniya kir ku ez bibim kandidatê serokkomariyê, lê HDP qet bersivek neda min. Niha kî rast dibêje, kî derewa dike nayê zanin. Lê eşkerebû ku, helwesta HDPê ya ji kurdeyatiyê dûr bû sedemek ku,vêcarê bingehê HDPê dengê xwe bilind bike. Di medya civakî de beşek ji HDP liyan bi dengê bilind daxwaz dikiran ku Buldan ji hevserokiyê dûr bikeve.

Niha jî Buldan û Sancar hewldidin kirasekî ji bo çûyina xwe bifesilînin. Bernameya televizyonî de Buldan got: Di daxuyaniya ku me roja piştî hilbijartinê dayî de, me ragihand ku em dê partiyê bibin kongreyê. Ji ber ku armancên me pêk nehatin, partiya me piştî hevdîtinên li gel komîteyên me dê biçe kongreyê. Di her qonaxeke vê têkoşînê de ez amade me ku tişta bikeve li ser milê min pêk bîne, lê bi berçavgirtina hemû rexneyan, ez dê di vê kongreyê de posta hevserokatiyê bi serbilindî bidim hevalekî xwe yê din. Di pêvajoya kongreyê de ez beşdarî ti mekanîzmayên biryaran nabim. Di vê qonaxê de, berpirsiyariya me heye ku em hesab bidin. Em hema yekser naçin em dê pêşî hesabê bidin. Em dê li hemberî gelê xwe, li hemberî dengdêrên xwe û li hemberî jinan hesab bidin. Bi min mijara herî girîng  ev e.

Ji aliyê din ve Sancar di derbarê helwesta Demirtaş de got: “Demirtaş heval û rêhevalekî pir hêja ye. Ne tiştek e ku em rast bibînin ku em niyeta wî bipirsin. Me serdana Demîrtaş kir, got astengiya wî ya yasayî heye û piştre ji çapemeniyê re vegot. Piştre em çûn Kandirayê û me pêşniyarên Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak wergirt. Pêşniyar kirin ku eger berbijêrek hebe, bila jinek bibe berbijêr. Me ev pêşniyar di komîteyên xwe de gotûbêj kir. Di xala dawî de meyla derxistina jinekê hebû. Ev yek ji Demîrtaş re hat ragihandin û wî jî got ku ew piştgirî dide vê fikrê.”

Dixweyê hêdî hinek tişt ji konrola Qendil jî derdikeve. Kurdên welatparêz di nava HDPê de vêca leyiztikên li ser çarenûsa Kurda tê kirin dibîne û niha jî hewldide ji çepên marjinalên tirk bi awayekî HDPê dûr bixe. Di pêşerojê de emê bibînin ka gelo dê ev xelkê doza guhertina dikin , dê bêne tesfîye kirin yan HDP biçekî bê jî ber bi Kurdeyatiyê ve diçe.

Lê çibibe bila bibe gotarek kevnara Kurda dibêje: Piştî tirê kezî kurê..

ROJEVAKURD

Pustên heman beş