Gelek cînayetên tarî yên dîroka PKK ê de çêbîn, hê jî li benda ronîkirinê ne. PKK ê ji damezrandina xwe ya sala 1975-1978 an vir ve hem di nava xwe de hem jî di nava tevgerên siyasî de gelek kes qetil kirin. Piraniya van cînayetan nediyar mane. Şahid bêdeng in, malbat li zarokên xwe napirsin. Ji ber vê sedemê jî PKK cînayetên xwe bê navber didomîne.
Yek ji wan jî Gulan Garzan e, “cînayeta Fîlîz Yerlîkaya”ye. Lê kuştina Gulan cînayetek e ku PKK bi xwe qetil kir û paşê pileya “Şehîda Mezin” da yê. PKK her sal di 7 ê Hezîranê de qetilkirina Gulan Garzan bi daxuyaniyekê bi bîr tîne.
Gelo Gulan Garzan(Fîlîz Yerlikaya) kî ye?
Gulan a 32 salî, li Qendîlê di dola Şehît Harûn di nava 300 endamên Kongerya Jinê de nîvro hate xeniqandin. PKK ê ragihand ku Gulan bi komployekê hatiye kuştin. Gulan bi rastî jî bi komployekê hat terorkirin.
Gulan Garzan a ku navê wê Fîlîz Yerlîkaya ye, di sala 1970 î de li navçeya Adilcewaz a Bedlîsê ji dayik bû, li Enqereyê mezin bû û li wir çû zanîngehê. Demekê di girtîgehê de dimîne û piştre diçe Şamê ba Evdillah Ocalan. Sala 1994 derbasî herêma Amed û Garzanê dibe. Dema ku Ocalan vegerîya Tirkîyê, wê jî pêşnîyara çalakîya fedaî kiribû. Di rêveberiya “Tûgayên tolhildanê” yên ku PKK ê wê demê ava kiribûn de cih girt. Ew bi xwe ji bo çalekîya întîharê diçe Enqereyê. Lê Ocalan van çalelekîyan disekinîne loma ew jî vedigere.
Gulan di navbera PKK û dewletê de bibû kûrye?
Fîlîz Yerlîkaya bûye şahidê têkiliyên nepenî yên PKK û dewletê. Piştî sala 2000 î di nava Hêzên Taybet ên PKK ê de xebatên xwe dimeşîne. Beşdarî hevdîtinên bi dewletê re dibe, wek kûrye kar dike. Her wiha pirr balkêş e ku wê demê li Tirkiyeyê hin yekîneyên razayî yên hêza teybet jî hatin girtin. Tê texmînkirin ku PKK ê bi rêya Gulan agahiyên van şaneyên razayî gihandine dewletê. Her wiha Gulan di nava hêzên taybet de şahidê gelek înfazên navxwe yên PKK ê bû. Li xwe mikur tê ku karê di zivistana 2001-2002 an de kiriye ne xizmeta gel de bûye loma jî, ji derdora xwe re dibêje, “Tiştên ku niha min pir aciz dikin hene, ger mecal guncaw be ez ê biaxivim û her tiştî ravekim.”
Tişta ku Gulan ê bigota; tiştên girîng bûn ku têkiliyên Ocalan û damezrinêrên PKK ê yê grûpa Enqereyê bi dewletê re eşkere bikin. Gulan bû şahidê wan têkilîyên qirêj.
Cemîl Bayik û 3-4 serkirdeyên PKK ê biryara kuştina Gulanê da. Rêveberiya hêzên taybet ên PKK ê dikir. PKK ê xwest hem ji Gulan xilas bibe hem jî bi hinceta kuştina Gulan rava kadroyan bike û hem jî wê bike remzek. Kuştina Gulan di hemî alîyan ve bo PKK ê mifa bû.
Di Kongreya PAJK ê de hat înfazkirin.
Gulan di kongreya 4. a PAJK ê de tê terorkirin. Ew delegeye kongereyê bû. Di roja 8.emîn ya kongreyê de ji nişka ve nexweş dikeve û naçe civînê. Lê piştî demekî kurt Gulan di odeya xwe de xeniqî tê dîtin. PKK wê şevê bêyî otopsi bike, bi lez û bez Gulan bi xakê spartin. Her wiha PKK ê xebatkarên xwe re got, YNK ê ew kuştîye. Lê ne rast e ku mirov bikare bi tena sere xwe jineke ku bejna wê 1,78, şerê nêz û qerete dizane, dehan cara ji mirinê filitî û hwd bi xeniqîne. Hevalên Gulan dibêjin, di çend saetên beriya kuştina Gulan de, ji nişka ve nexweş ketiye û îshal û vereşîn pêre çê bûye.
Her wiha 100 mt dûrî cihê ku kongreye ku 300 jin têde beşdarin, Gulan tê kuştin. Belê, gulan di kongreya PAJK ê de tê terorkirin. Lê belê tu hêz ji derve nikarin bikevin dola Ş.Harûn ku pirr tenge û Gulan bikûjin. li der û dorê hêza ku bikeve wê geliyê tune ye. ev cînayet rasterast di bin kontrola PKKê de hat kirin.
Ev rastiyeke eşkere ye ku PKK ê Gulan kuşt. Gulan bû qurbanê pêzanîn û agahîyên xwe.
Dema ku Gulan bi can û dil ji difikirî ku ji bo PKK ê karên girîng dike, rêveberiya PKK ê jiber şahidhalî ya Gulan bû pêwendîyên PKK û dewletê ew kuştin. Êdî PKK ji metirsîya “heke Gulan axivî” rizgar bi bû.
Aliyê xemgîn ê vê bûyera Gulan ew e ku PKK ê hem ew kuşt û piştre jî wek qehreman ragihand. PKK ê Gulan a mirî ew qas rûmetdar kir êdî bir ber asîmanî da ku çi şiken kujerî li ser PKK ê neminin. Çîrok kuştina Gulan rastîya PKK ê ya “bi gûr re dikuje, bi şivan re dixwe û bi xwedî re digirî” raxist ber çava. PKK bi her alî de ji kuştina Gulan sûdmend bû.