Danûstandinên bûdceya parlamentoya Iraqê yên salên 2023-2024-205 bi dawî hatin. Di projeyasaya bûdceyê de ji bo Kurdistanê hinek destkeftî hebûn. Mînak nizba para ji sedî 10 bû sedî 12. Ev girîng in lê ji destkeftan girîngtir, du tişt hebûn ku danûstandinan nîşan dan. Komploya Şîeyan a li dijî statuya Herêma Kurdistanê û xiyaneta YNK ê.
Xiyaneta YNK ê ya duyemîn a Kerkûkê
Gelê Kurdistanê helwesta YNK ê ya di pêvajoya danûstandinên bûdceyê de weke xiyaneta 2 emîn a Kerkûkê pênase kir. Bi taybetî jî kurdên Kerkûkê wek kesên ku xiyanet ji nêz ve dîtine, yekser wek xiyaneta duyem a Kerkûkê bi nav kirin.
Destpêka pirsgirêka sereke di civîna komîsyonê ya 28 ê Gulanê de dest pê kir. Li vir bi rêkeftina reşnivîsa YNK û grûpên şîe ku berî niha aliyên siyasî li ser li hev kiribûn, madeyeke nû lê hat zêdekirin. Di xala 14 an a projeyasaya bûdceyê de gotina “Eger parêzgehek Herêma Kurdistanê rasterast bi xwaze bûtçeya xwe ji Iraqê werbigire, dikare werbigire” wek benda 8 an lê hat zêdekirin.
Di civînên parlamentoyê de ji bilî YNK ê hemû grupên partiyên Kurdistanî li dijî vê biryarê derketin. Di biryarê de hinek serrastkirin hatin kirin û hevokên weke “eger mafê parêzgehekê neyê dayîn, mûçe neyên dayîn wê demê dê serlêdana serokwezîrê Iraqê be.” Biryar weke ku YNK ê dixwest derneket. Belê Herêma Kurdistanê ne rûxî lê ji pişt ve hat birîndar kirin.
Her çend YNK vê biryarê bi gotinên weke “edalet hat cîbicîkirin” diparêze û ji dûr ve weke biryareke bêguneh xuya dike, lê di eslê xwe de metirsiyeke mezin li ser statûya Kûrdistanê ava kir.
Beriya her tiştî ev biryar biryareke siyasî bû, ne aborî bû. Ew biryar dijî Destûra Iraqê bi xwe bû. Di rastiyê de hewldanek ji bo têkbirina statuya Herêma Kurdistanê bû. Dema ku hûn di warê aborî de rê bidin parêzgehek ku bi dewleta navendî re têkiliyek aborî pêş bixe, dê kunekê li sedê bike û ew kun dê roj bi roj fereh bi be û sed wê biteqe.
Di rastiyê de, li Iraqê hem meclîs û hem jî dadwerî di helwêstek antî-Kurdistanî de tevdigere. Dadgeha federal a Iraqê bi berdewamî biryarên li dijî Kurdistanê digire. Divê neyê jibîrkirin ku zagon tu carî li aliyê bindestan nabin. Gelên bindest ên weke Kurdan ji aliyê saziyên hiqûqê ve nayên parastin. Ev helwêsta YNK ê yasayan qul dike û mertala parastina Herêma Kurdistanê lawaz dike.
YNK li dij-Kurdsitanê bûye gopalê destê neyaran
Li gorî yasayên Iraqê ji bo herêmek weke Herêma Kurdistanê bibe federe divê 3 parêzgeh hebin. Bi gotineke din eger parêzgehek xwe dûr bixe, Herêma Kurdistanê statuya xwe ya federal ji dest bide. Sedema ku pêkhateyên şîe yên Îran û Iraqê li ser Silêmaniyê ewqasî radiwestin jî ev e. Xeta xiyanetê li Silêmaniyê zikê nerm yê Herêma Kurdistanê ye. Ger hûn dixwazin êrîşî Kurdistanê bikin, pêşî her kes dixwaze YNK ê bikar bîne.
YNK her tim li dijî Kurdistanê amûreke kêrhatî bû. Ev jî ne rewşeke nû ye. Pêşî, di şoreşa Îlona 1966 ê de, bapîrên Talabanî Îbrahîm Ahmet û hevalên wî, ji bo rê li ber otonomiya Kurdistanê bigirin, bi hikûmeta Faşîst a Baasê ya Iraqê re rêkeftin kirin. Ev rewş ji sala 1991 an û vir ve jî li Başûrê Kurdistanê berdewam dike.
Bi vî aliyî YNK carinan ji aliyê Îranê ve û carinan jî ji aliyê dewletên Rojavayî ve bi vî rengî tê bikaranîn. Bizavên mîna YNK hêj nebûyî rêxistin bi harîkarîya van hêzan li ser pîya di sekine. Eger YNK têk biçe jî, yên ku wê bikar tînin dîsa jî bi qinînê oksîjênî wê zindî dihêlin.
Ruhê Adil Murad di YNK ê de dijî
Ji ber ku YNK vê rastîya xwe dizane, her tim bi dijminên Kurdistanê re hevpar kar dike. Bi taybetî şîeyên Iraqê naxwaze Kurdistan avedan bibe,aborîya wê mezin bibe û bibe hêzekî navdewletî. Ji ber vê ajendaya xwe YNK di din kêleka xwe.
Adil Murad yek ji rêvebirên YNK ê bû û çend sal berê wefat kir. Di sala 2012 an de, serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî, dema ku berdewam nehezîya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê nîşan dide, Adil Murad jî şîret li Malikî dikir û rê nîşa wî di de. Adil Murat ji Malikî re di got, “Eger bûdceya darayî ya Herêma Kurdistanê bibirî, mûçe nayê dayîn, wê demê dê gel li dijî îdareya Hewlêrê rabe ser linga û Hewlêr jî teslîmî Bexdayê bibe.” Ev agahî serkirdeyê YNK ê Şêx Cafer Mistefa bi xwe digot ku Adil Mûrad ji Malikî re wiha gotîye.
Ji wê demê ve Bexda li gorî vê gotara Adil Murad tevdigere. Em li vir kivanekê vekin, Adil Murad jî hevalekî nêz ê Cemîl Bayik û Pkk ê bû.
Êrîşên aborî yên li ser Herêma Kurdistanê dê zêdetir bibin
Partiyên siyasî yên Iraqê dijminatiya Herêma Kurdistanê dikin. PKK û rêxistinên Kurdan jî di nav de her kes dixwaze vê xiyanetê weke dijminatiya PDK ê nîşan bide. Lê dijminatî li ser aborî ya Kurdan û bandora wê ya li ser siyasetê ye. Bi taybetî bihêzbûna desthilatdariya aboriyê ya rêveberiya Hewlêrê weke metirsiyeke mezin ji xwe re di binin. Ji bo vê jî dê hewl bidin pêkhateyên kirêgirtî di nava kurdan de bi kar bînin. Helbet ev pêkhate dê YNK û PKK bin.
YNK dê hewl bide ew daxwzîyên 2019’ an de ango ragihandina xweseriyê nû bike, PKK dê çalakiyên provokatîf bike. YNK û PKK dê li ber derîyê Bexda ji xwe re xazxazû kî bikin.
Her du pêkhate dê ji Tehran û Bexda re bibêjin “Binerin, em li vir in, me bikar bînin”
Di encamê de YNK negihîşt tişta ku dixwest. Şîeyan spasiya YNK ê kirin û wan re li çepikan dan. Kurdistan di bin serkirdatiya PDK ê de vê carê ji derbeyeke kujer rizgar bû. Lê hinek birîndar bû. Gelê Kurdistanê vê carê xiyaneta YNK ê bi zindî li ser ekranên televîzyonan temaşe kir.
Dibêjin “Gur zivistanê derbas dike, lê qeşeya ku xwariye ji bîr nake.” Helbet wê gelê Kurd ji vê xiyaneta YNK û alîgirên wê ser xwe bavê, lê vê xîyanetê ji bîr neke.