Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragehand

Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragehand

Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) yek ji berpirsên PKKê yê bi navê Ebdulqehar Karasaç ku li gor daxuyaniya çapemeniya Tirkiyê berpirsbûye ji çalakiyeke sala 2017ê bi operasyonekî MÎTê hatiye bê bandor kirin.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ya Tirkiyê, îstixbarata Tirkiyê MÎT, berpirsê çalakiya sala 2017ê ya PKKê ku li hember dadgeha Îzmîrê pêkhatibû û tê de polîsê bi navê Fethî Sekin hatibû kuştin li Herêma Kurdistanê di operasyonekî de kuştiye.

Li gor çavkaniyên ewlehiyê ragehandiye, di êrîşa sala 2017ê ya li Îzmîr a Tirkiyê, polîsê bi navê Fethî Sekin û katibê zabit Musa can jiyana xwe ji dest dabûn û kesê bi navê Ebdulqehar Karasaç ku nav PKKê de wek Elîşêr Çiya dihate naskirin, plana wê çalakiyê kiriye û fermana pêkhatina wê çalakiyê wê daye û piştî wê çalakiyê jî ew berpirsê PKKê ji aliyê MÎTê ve hatiye şopandin.

Li gor heman çavkaniyê Elîşêr Çiya di nav PKKê de wek berpirs bûye di Hêzên Taybet ên PKKê de û bi operasyonekî hatiye bê bandor kirin.

Herwaha hat ragehandin Elîşêr Çiya li Iraq (Herêma Kurdistanê) û herwaha li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) beşdarî kar û xebatên PKKê bûye û ji plan kirin û pêkanîna êrîşên bi dron ên PKKê berpirs bûye.

Pustên heman beş