Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê bi Tirkiyê re girêbestek ji bo dabînkirina sîstema dronan “Bayraktar TB2” bi buhayê 367 milyon dolaran îmze kir.
Artêşê Kuweytê di daxuyaniyekê de da zanîn, ev rêkeftin bi danûstandinên rasterast di navbera hikûmetên Kuweyt û Tirkiyê de, bêyî ketina ti navbeynkaran, pêk hatiye.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Giştî yê Baykarê Haluk Bayraktar bi riya hejmara xwe ya medyaya sosyal ragihand, wan bi Kuweytê girêbesta hinardekirina dronan bi serkeftî encam dane.
Li gorî daxuyaniya artêşa Kuweytê: “Ev girêbest bi armanca bihêzkirina şiyanên berevaniyê yên artêşa Kuwêtê tê, ji ber ku ev firoke xwedî şiyanên teknîkî yên bilind in di cîbicîkirina karên curbicur ên vedîtin û armanckirin û piştgirîkirina operasyonên serbazî de, ji bilî pêşkêşkirina zanyariyên hewalgirî. Her wiha taybetmendiya wê ya hilgirtina çekên cûrbecûr, di nav de jî mûşekên bi rêberiya lazer û bombeyên jîr, heye.”
Dirêjahiya dronan “Bayraktar TB2” 6,5 metre, pehnbûna wê jî 12 metre, 650 kg hildigire, heta 150 km bi leza 70 girêkan (130 km/h) difire, her wiha dikare zêdetir ji 24 demjimêran bênavber bifire.