Koşka Spî pêşwazî li beşdariya Nêçîrvan Barzanî di gotûbêjên navbera Qeter û Iraqê de dike

Koşka Spî pêşwazî li beşdariya Nêçîrvan Barzanî di gotûbêjên navbera Qeter û Iraqê de dike

Berdevkê Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê yê li Koşka Spî Adam Hodge ragihand, Amerîka pêşwaziyê li serdana Mîrê Qeterê bo Bexdayê dike.

Li gor daxuyaniya Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê ya li Koşka Spî, ji bo pêşvebirina hevahengiya navbera Bexda û Herêma Kurdistanê, Washington pêşwaziyê li beşdarî û danûstandinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.

Berdevkê Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê di daxuyaniya roja înê de destnîşan kriiye ku projeya girêdana tora elektrîka Iraq û Urdinê bi hevkarî û rêxweşkirina Amerîkayê desteber bûye û li ser vê mijarê ragihandiye: “Amerîka piştevaniya pêşvebirina hevahengiya navbera Iraq û welatên Kendavê û Erebî dike.”

Herwiha di vê çarçoveyê de Amerîka piştevaniya pêngavên Bexdayê ji bo destberbûna serbixweyiya enerjî û girêdana tora elektrîka Iraqê bi Kendavê û Urdinê dike û vê proseyê jî wek destkefteke serdana sala borî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Rojhilata Navîn dibîne. Girêbesta projeyê ji destpêka îsal ve ligel Kompaniya Total Energi, kompaniyên Amerîka û Qeterê hatiye îmzekirin di warê gazê de pêwîstiya Iraqiyan dabîn û bihederdana gazê kêm dike.

Roja Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an, Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed serdana Bexdayê kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî pêşwazî lê hat kirin û bi wan re civiya û di hevdîtinê de behsa pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Qeterê hat kirin.

Pustên heman beş