Karasû dîsa verşîya

Karasû dîsa verşîya

Mustafa Karasu, yê ku yek ji rêvebir û mirovên herî tarî yên di nava PKK de ye û neyarê Kurda ye, dîsa verşîya û rexneyên ku li HDP tên kirin wek propagandaya MÎTê û PDK destnîşan kir. Karasûyê klu bi xwe Tirkê Sêwasê ye û tu hest û hişmendîyek Kurd û Kurdistanî pê re tuneye, yek ji wan kesan e ku berê Kurdan dide bêdewletbûnê û siyaseta Tirkîyeyîbûnê dimeşîne.

Wek tê zanîn, HDP di hilbijartinên dawîn de gelek deng winda kirin. HDP bi siyaseta şaş û siyaseta Tirkîyeyîbûnê bi salan e dixwaze Kurdan ji hest û helwestên Kurdayetî û netewparêzîyê dûr bixe û wan bi dewleta Tirk ve pîne bike. Ev yek di nav bingeha HDP de rastî nerazîbûnan tê û Kurdên welatparêz yên di nava HDP de dixwazin ku HDP dîsa vegere ser esasê xwe yê berê û xwe ji siyaseta Tirkîyeyîbûnê dûr bixe. Ev yek di nav HDP û rêvebirîya HDP de nerazîbûn û dubendîyê çêdike û desthilaatdarîya HDP dihejîne. Rexne û nerazîbûna Kurdên welatparêz hem rêvebirîya HDP û hem jî ya PKK nerehet dike û wan ditirsîne. Tirsa wan ev e ku hefsar ji destê wan derkeve û hest û hişmendîya Kurd û Kurdistanîbûnê di nav bingeha HDP de xurttir bibe. Ji ber vê yekê, rêvebirên PKK a ku ji roja roj de ji bo têkbirina hest û hişmendîya Kurd û Kurdistanîbûnê derketiye holê û şerê Kudan dike, midaxeleyî nava HDP dikin û dixwazin rê li ber Kurdan bigrin.

Mustafa Karasu, di çapemenîya PKK de wek her carê dîsa li dijî Kurdan û bi taybet jî li dijî PDK verşîya û got “HDP di hilbijartinan de winda nekiriye, ev propagandaya MÎTê û PDK ye. HDP ne partîya Kurda e, partîya Tirkîyê ye, siyaseta wê ya Tirkîyeyîbûnê siyasetek rast e û emê dev ji xeta Tirkîyeyîbûnê bernedin”.

Karasu, di nava PKK wek nûnerê herî xurt ê meyla Tirkbûnê tê naskirin. Karasu, di gelek beşên axaftina xwe de dibêje, “HDP ne partîyek Kurdistanî ye” û wiha pê de diçe: “HDP ne partîyek neteweperest e. Bi rastî jî dixwazin HDP ji xeta têkoşîna wê ya 50 salî biqetînin û bikşînin ser xeta netewperest a ku Kurdan winda bike”. Karasu, herweha di axaftina xwe de diyar kir ku HDP li gor paradîgmaya Ocalan ya dij-netew-dewletê hatiye avakirin. Ev herdu gotinên Karasu rast in. HDP partîya Tirkan e,  bi destûr û rizaya Ocalan û MÎTê û li gor paradîgmaya Ocalan ya dij-netew-dewletê hatiye avakirin. Ev bê guman e. Lê Karasu yê ku dizane PKK û HDP bi destê MÎTê ava bûne, rexnekirina siyaseta HDP wek hevkarîya MÎT û PDK dinirxîne û hem li nîl dixe, hem li bizmêr.

Keçelo kumê me li serê te!

ROJEVAKURD

Pustên heman beş