Artêşa Tirkiyê kampa Eyn Îsayê bombebaran kir

sohr-turkey-syria

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê îro bi topxane û çekên giran kampa Eyn Îsa ya rojhilat li gundewarê Reqqayê topbaran kir û ev du rojin li pey hev ev kamp rastî êrîşên Tirkiyê tê.

Nerîngeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro roja şemî 24/6/2023 belav kir ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê îro bi topxane û çekên giran kampên Eyn Îsa û Istiraht El Nexîl yên rojhilat li gundewarê Bakurê Reqqayê topbaran kirin ku ev der li jêr kontrola Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê de ne.

Hêjan ti agahî derbarê hebûna zirarên canî tune ne.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên li Sûryê duh êvarê jî bi çekên giran kampa Eyn Îsayê û rîya M4 ê topbaran kirbûn û bi wê sedemê şewateke mezin bi zeviyên çandiniyê yên wê herêmê ketibû.

Pustên heman beş