Îsraîl bi mûşekan êrîşî derdora Humsê kir

israel attack syria hums

Îsraîlê bi mûşekan hin xalên din li derdora bajarê Humsê kirin armanc û jêderekî leşkerî yê sûrî jî dibêje, ziyan tenê madî bûne.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderî leşkerî ragihand, Îsraîlê îro demjimêr 12:20 ji aliyê bakurê Beyrûtê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li derdora Humsê kirin armanc.

Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bû û ziyan tenê madî bûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, devera ku hatiye armanckirin, wek devereke mîlîşyaya Hizbullaha Lubnanî tê zanîn û eger heye komgehên wê mîlîşyayê lê hebin.

Pustên heman beş