Li pişt rojeva KCK ê ya Mazlûm Dag û Abdurrahman Er çi heye?

Li pişt rojeva KCK ê ya Mazlûm Dag û Abdurrahman Er çi heye?

Di van rojên dawî de medyaya PKK ê behsa rewşa kujerên ku li Hewlêrê sê kes kuştine dike. Herî dawî Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK ê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek belavkir. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku qatilên 3 kesan Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li berxwedanê dane û hat gotin ku PDK berpirsiyarê jiyana wan e.

Gelo çi qewimîbû?

Di 19 ê Tîrmeha 2019 an de li xwaringeha Hokkabaz a li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê 3 kes hatin kuştin. Yek ji wan li Konsolosxaneya Tirkiyeyê dixebitî. Her du kesên din welatiyên Herêma Kurdistanê bûn û tu pêwendî bi bûyerê re nebûn.

Piştî bûyerê bi çend saetan hinek ji berpirsên vê cinayetê hatin girtin û derket holê ku pişt bûyerê hin pêwendî û planên tarî hene û PKK ê ev cînayete kirî ye. Kesên din ên ku beşdarî kuştinê bûn reviyan Kampa Mexmûr û ji wir jî PKK ê ew birin Rojava bi cîh kirin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku hatin girtin, li ber kamerayan li xwe mikur hatin ku bûyer çawa kirine û cihê gumanê nehiştin. Piştre li dadgehê cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Di yasaya cezayên Kurdistan û Iraqê de, cezayê cînayeta bi qestî û plankirî îdam e û her du jî cezayê darvekirinê wergirtine. Ev ceza heta niha nehatiye sepandin.

Dewleta Tirk xwest kujer bên radestkirin

Dewleta Tirk xwest ku kesên kujer Mazlûm û Ebdulrehman radestî wan bên kirin. Lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev daxwaza Tirkan red kir, dewleta Tirk ji hikûmeta Iraqê xwest ku girtiyan radestî wê bike.

Balyozê Tirkiyê li Bexdayê roja 11 ê Îlona 2019 ê daxwaza hevdîtinê ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kiribû û di civîneke veşartî de jî Tirkiyê daxwaza radestkirina van her du girtiyan bo Tirkiyê kiribû. Adil Ebdulmehdî vê daxwaza fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re radigihîne, lê dîsa bersiva neyînî distîne. Paşê Adil Ebdulmehdî di serdana xwe ya Hewlêrê de di 11.01.2020 ê de ev daxwaz ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re ragihand, lê dîsa tê red kirin. Kazimî herwiha di serdana xwe ya Hewlêrê ya 9 ê Gulana 2020 ê de daxwaza Tirkiyê ji rayedarên Herêma Kurdistanê re ragihandibû û dîsa red kiribû. Rêveberiya Herêma Kurdistanê her çendî armanca rastî ya êrîşê zanîbû jî, bi hestiyarî nêzî mijarê bû û ev her du kujer teslîmî Tirkan nekir.

Ev çalakî ne li dijî Tirkiyeyê, li dijî Herêma Kurdistanê bû, sûça xiyaneta welat e

Heta niha jî bi dehan dîplomat, îstîxbarat û burokratên dewleta Tirk li Ewropa û Tirkiyeyê digerin. PKK ê di têkoşîna xwe ya 40 salî de, ne li Sûriyê, ne li Îranê û ne jî li Ewropayê û nejî li Tirkîyê yek rayedarekî Tirk nekiriye hedef. Di cînayeta ku 3 kesan li xwaringeha Hokkabazê jiyana xwe ji dest da bû, armanç ne dewleta Tirk bû, Armanç hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Di sala 2019 an de PKK ê biryar da ku li dijî rêveberiya Herêma Kurdistanê êrîşên çekdarî pêk bîne. Bahoz Erdal ev biryar di kanala PKK Stêrk TV de ragihand. Di 27 ê Gulana 2019 an de PKK ê pêkhateke bi navê “Hêzên Xweparastinê ya Basûr” ragihand. Ev rêxistin di eslê xwe de metirsî bû li ser Herêma Kurdistanê. Piştî ku ev rêxistina tarî hat ragehandin li Hokkabazê rêze cînayetên ji 3 kesan dest pê kiribûn berdewam kir. Rêveberê Asayîşa Giştî ya gûmrika Serêrêzerî Xazî Salih Alîxan hat şehîd kirin, pay re 9 pêşmerge di dîrokên cuda de şehîd bûn. Bi van bûyerên PKK ê 31 zarokên Kurd sêwî man.

Êrişa Restorana Hokkabaz bû fîşeka yekem ya êrişan. Û yek ji van çalakiyan jî ne dijî dewleta Tirk bûn hemû li hember aramî û aşitîya Herêma Kurdistanê hatin kirin. piştî dagirkirina Kerkûkê di sala 2017 an de Herêma Kurdistanê hewl dida ku ambargoyên ser xwe bişkîne û hêza xwe kom bike. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku kujer Mazlûm Dag, Abdurrahman Er û yên ferman dane divê bi cizayê xiyaneta Welat bên darizandin.

Ji qatilan qehreman nayê afirandin

Li pişt cînayeta Hokkabaz xiyanet û komployeke kûr li dijî Herêma Kurdistanê despê kir. Ev yek jî nîşan dide ku PKK bi hinek dezgehên tarî û Mît ê re dixwazin tevnê xwe li Herêma Kurdistanê raçînin. Her wiha di bûyerê de 2 kesên bêguneh jiyana xwe ji dest dan û 6 zarok jî sêwî man. Di rewşeke wiha de PKK dixwaze Mazlûm Dag û Abdurrahman Er weke qehreman bide naskirin. Ev jî beşek ji planên PKK ê yên nû ye. Mazlûm û Abdurrahman ne girtîyên sîyasî ne ew mehkûmên cînayetê ne.

Her wiha ev her du girtî dibêjin ku yek zille jî li me ne dane. Ji ber ku ew jî weke her girtiyekî asayî mafê xwe distîne. dikarin bi telefonê bi malbatên wan re biaxivin. Bûyer tenê berdewamiya hewldanên KCK ê yên ji bo guhertina rojeva piştî hilbijartinên Tirkiyeyê û berdewamîya dijminatiya PDK ê ye.

Ma KNK navenda parastina qatilan e?

KNK jî yek ji wan saziyan e ku vê bûyerê weke binpêkirina mafan hêsan dibîne. KNK weke navenda parastina qatilan bang dike. Helwesta KNK ê ya xwedîderketina li kujeran jî careke din derket holê.

Yên banga Mazlûm û Abdurrahman didin bila despêkê bangî PKK ê bikin ku li Kurdistanê cînayetan neke. Ji sala 2000 an û vir ve li Xaxûrk-Xinêre, Zap (zindana Kokerê),Gare(Sîyanê) û Qendîlê (Dola Şehît Harûn) di zindanên PKK ê de bi sedan kes bi taybetî kadroyên PKK ê rastî îşkenceyê hatin, hinek ji wan întîxar kirin, hinekan jî xwe şawitand. Ger bê xwastin emê van navan ji raya giştî re ravekin. Niha jî heman îşkence û zulim li zindana Qamişlo tê kirin. Piştî ku herêmên Zap û Xaxurkê radestî dewleta tirk hatin kirin, bi dehan kes di van zindanan de hatin qetilkirin û hinek jî şandin Rojava.

Binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava û rewşa nemirovane ya li girtîgehan mijareke ku divê balê bikişînin ser. Li Rojava jî bi dehan sivîl bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Yek ji mînakên herî diyar Emîn Îsa ye. Emîn Îsa yê 35 salî rastî îşkenceya giran hat û di laşê wî de şewatên giran hatin dîtin. Lê pêkhateya bi navê KNK ê nekarî helwesta ku ji bo Mazlûm Dag û Abdurrahman Er nîşan dide hemberî zulma zîndanên PKK ê nîşan bide.

Mijara Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku PKK dema hewce dike vê şano ye digerîne. PKK-KCK bi rojevkirina van kesan di serî de zirarê dide van her du girtîyan. Herêma Kurdistanê heta niha li hember cezayê îdamê, hişyarî û hestiyarî nêz bûye. Divê PKK dev ji tehrîk û dep û dolabên xwe berde.

Pustên heman beş