Li Îranê êrîşek li hember binkeyekî polîs pêkhat

Li Îranê êrîşek li hember binkeyekî polîs pêkhat

Çekdarên nenas li Îranê êrîş kirin ser binkeyekî polîs û heta naha du çekdaran xwe teqandine û polîsek jî hatiye kuştin.

Îro 08.07.2023yê çapemeniya Îranê belav kir, ‘’Hejmarek çekdar û xwekujên nenas êrîş kirine ser binkeyê jimare 16 yê li navçeya Sîstan û Belûçîstanê û polîsek di êrîşê de hatiye kuştin.’’

Herwaha hat ragehandin çekdarên êrîşkar, xwekujin û du ji wan çekdaran jî xwe teqandine û xwestine biçin nav binkeyê polîs û dest daynin ser wî binkeyî. Lê heta naha şer û pevçûn di navbera wan çekdarên xwekuj û hêzên ewlehiya Îranê de berdewam e.

Ji ber berdewamiya şer, heta naha amarên dawî yên kuştî û birîndaran bi temamî nayê zanîn. Lê li gor zanyariyên destpêkê polîsek û 2 çekdarên êrîşkar mirine û gelek jî birîndar in.

Pustên heman beş