Pûtin dê serdana Tirkiyê bike

Pûtin dê serdana Tirkiyê bike

Piştî ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ji aliyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ve hat pêşwazîkirin, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wê meha bê serdana Tirkiyeyê bike.

Erdogan di civîneke rojnamevaniyê de ji Zelensky re got: “Ew heq dikin ku bibin endamên NATOyê û wiha got: “Ev daxuyanî bû sedema gelek axaftinan, lewma dibe ku yek ji mijarên serdana Pûtîn bi wê daxuyaniyê ve girêdayî be.’’

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê, Putin dê serdana Tirkiyê bike û li ser gelek mijaran gotûbêj bike, ji wan mijara pevguhertina girtiyan di navbera Ukrayna û Rûsyayê de, herwiha daxuyaniya Erdogan ku dibêje, Ukrayna heq e ku bibe endamê NATOyê.

Ger Putin serdana Tirkiyê bike, piştî şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de, dê bibe yekem serdana wî ya endamê NATOyê.

Pustên heman beş