Tirkîye di nav 10 welatên herî xirab de ye

Tirkîye di nav 10 welatên herî xirab de ye

Di rapora Konfederasyona Sendîkayên Navnetewî (ITUC) de Tirkîye di sala 2023an de di nav “10 welatên herî xirab ên karkeran” de cîh girt. Di van du salên dawî de Tirkîye jî di heman kategorîyê de hat nîşandan.

Li gor rapora Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Navnetewî (ITUC), ku ji 148 welatan pêk tê, di sala 2023an de Tirkîye di nava “10 welatên herî xirab ên karkeran” de cîh girt.

 Di raporê de hat gotinm ku, “êrîşên hovane yên li ser azadî û mafên karkeran berdewam dikin, polîsan xwepêşandan tepeser kirin û rêveberên sendîkayan bi awayekî keyfî tên girtin”.

Tirkîye di Endeksa Mafên Gerdûnî de di rêza 5. de cîh girt ku tê wateya “mafên karkeran nayên garantîkirin”.

10 welatên herî xirab ên karkeran wiha ne:

Bangladeş, Belarûs, Ekvador, Misir, Esvatînî, Guatemala, Myanmar, Fîlîpîn, Tûnis û Tirkîye.

Di raporê de hat bibîrxistin ku patronan li Tirkîyê karkerên ku hewl didin xwe birêxistin bikin bi awayekî rêbaz ji kar avêtine.

Pustên heman beş