Îsraîlê bi mûşekan hin xalên Hizbullah yên li derdora Şamê kirin armanc û di encamê de, 7 çekdarên Hizbullah û leşkerên Sûrî hatin kuştin û birîndar kirin.
Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja çarşemî 19/7/2023 belavkir ku Îsraîlê îro demjmêr 12:25 Ji aliyê bakurê Colanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên Hizbullah li derdora Şamê kirin armanc.
Di encama êrîşê de, 2 çekdarên Îranî yên girêdayî Hizbullah û leşkerekî Sûrî hatin kuştin, her wiha 4 leşkerên din birîndar ketin.
Rewangeha Sûrî diyar kir, Îsraîlê derdora firokxaneya Dîmasê û devera Sebora mûşekbaran kirin ku hêzên Firqeya 4em bicih dibin û komgehên Hizbullaha Libnanî lê ne.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, Ji destpêka îsal ve, ev êrîşa 20emîn a Îsraîlê li baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve ye. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve pêgehên xwe li wî welatî bihêz bikin û êrîşî Îsraîlê bikin.