Rêveberiya Xweser ji Şamê re: Em beşdarî ti projeyên parçekirina Sûriyê nabin

Reveberiya xweser-syria

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê radigihîne, projeya wan li bakurê rojhilatê Sûriyê ne projeyeke cudaxwaz e û beşdarî ti projeyên parçekirina Sûriyê nabin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser têkildarî daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê ku di 18′ê Tîrmehê de li ser serdana şandeyeke Fransî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re belav kiriye, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em hemû tawanên di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê de hatine red dikin. Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ev proje, projeyeke qutbûnê ye. Lê em diyar dikin ku projeya me neteweyî û Sûriyeyî ye û ti têkiliya xwe bi çi projeyeke li dijî Sûriyeyê, yekitiya wê û gelê wê tune ye”.

Di dawiya daxuyaniyê de jî got: “Em bang li Şamê dikin ku dev ji vê gotarê berde û bi rewşa Sûriyeyê bifikre û ji wê zihniyeta xwe ku hîna ti pêşketin di rêveçûna çareseriyê de pêk neaniye, derkeve”.

Pustên heman beş