Berpirsên HDPê jî behsa protokola nihênî kirin!

Berpirsên HDPê jî behsa protokola nihênî kirin!

Protokola ku navbera serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û serokê Partiya Zaferê Umit ozdag de hatî imzekirin, bû sedemek mezin ku muxalefet ji hev bipelişe. Herî dawî Partiya Çep a Kesk jî da xuyakirin ku, ev protokol bû sedemê nerihetiyek mezin di nava bingehê partiyê de.

Rêveberên HDP’ê yên ku ji ber doza girtinê bi lîsteya Partiya Çepên Kesk beşdarî hilbijartinên 14’ê Gulanê bûn dan xuyakirin ku di 14 û 28’ê Gulanê de “bê şert û merc” piştgirî dane Kiliçdaroglu.

Partiya Keska Çep di daxuyaniya xwe de dibêje:

“Tirkiye yan wê ber bi demokrasiyê ve biçûya, yan jî wê zêdetir bibûya otokratîk. Me tercîha xwe ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê kir. Ji ber vê yekê me bi awayekî yekalî piştgirî da Kiliçdaroglu.” Çavkaniyên HDP’ê diyar kirin ku “di berdêla piştgiriya Kiliçdaroglu de tiştek nexwestin û di vî warî de hevdîtin jî pêk nehat.”

Lê serkirdeyên partiyan behsa rêkeftina Kiliçdaroglu û Ozdag kirin û gotin, “Me bi navê demokrasiyê piştgirî da wê û me tu daxwazî ​​nekir, lê tê wê wateyê ku kesekî li pişt deriyên girtî danûstandinan kiriye. Ev rewş di binkeya me de bû sedema nerazîbûneke gisehî.”

HDP bi xwe vê daxuyaniyê de rastiyê nabêje. Ji ber ku berpirsên HDPê li gel CHP hevdîtin kirin. Wan jî li gel CHP’ê protokolek nihînî îmzekirin. Lê hêjan ew jî eşkere nebûye. Ji HDPê behtir Qendil li gel CHP û taybetî li gel Kiliçdaroglu li hevhatibû.

Dema kongreya HDPê çêbe, dê ev yek bandora xwe dîyar bike. Herweha ihtimalek mezin mimkine ku, hevdîtinên Qendîl û CHP’ê jî bi awayekî bibe babeteka kongreyê CHP’ê bi xwe jî.

Pustên heman beş