Di Konferansa Lozanê ya ku ji aliyê PKKê ve hat lidarxistin de listika alê u perçekirina Kurdistane

lozan-konferans-info

Di salvegera 100 salîya Konferansa Lozanê de ku rê li ber qirkirina fizîkî û çandî li ser Kurdan vekir û axa Kurdistanê di navbera dewletan de bi awayekî fermî hate parve kirin, bi boneya vê karesatê Kurdan li gelek cihan çalakî li dar xistin. Yek ji van çalakîyan jî konferansa bi pêşengiya rêxistina dîplomasîya PKKê ango  KNKê ve hate meşandin. Di konferansa PKKê de YNKê ku ev 9 sal in hevpeymaniyeke stratejîk bi PKKê re kiriye û hin kesayetiyên din jî beşdar bûn.

PKKê ji bo vê konferansê qerebalixek mezin dikir. Medyaya PKKê hefteyekê propagandaya vê konferansê kir û medyaya YNKê jî pê re diqîrî ya. Lê bi awayekî eşkere, ev konferans konferanseke rîyakarî bû. Serkirdeyê konferansê PKKe û alîgirên wê YNKe bi vê konferansê xwestin qirêj û gemar û xiyanetên xwe yên li dijî Kurdistanê veşêrin. Dema ku mirov hinekî hişyar li konferansê dinêre, mirov mebesta vê konferansê zû fam dike.

Ger em dev ji rabirdû û siyaseta PKKê berdin, helwesta vê konferansê ya li hember Ala Rengîn ji bo eşkerekirina heqîqetê bes e. PKKê di pêşkêşkirina xwe ya li Konferansê de Kurdistan bi çar alên cuda nîşan da.

Weke ku her parçe ala xwe cûda ye peşkeş kir. Ala rengîn wek ku tenê ala Başûrê Kurdistanê ye hat nîşan dan. Ala Rengîn ji aliyê lawên welatparêzên Bakurê Kurdistanê ve hatiye êkirin. Di sala 1920 an de Teşkilat- Ictimaiye Cemiyeti di bin pêşengîya Emîn Elî Bedirxan û çend Kurdperwerên din ve ala Kurdistanê çêbû ye. Li serhildana Şêx Seîd, Şoreşa Agirî de hat bilindkirin. Lê PKKe wek nûnerê Bakur ala KCKê nîşan da.

Gelo Ala KCKê dikare nûnertiya Bakurê Kurdistanê bike?

Ala KCKê yek ji sembolên rêxistina PKKê ye. PKKe ev 40 sal in hemû reng û îşaret weke ala binav kirin û gorî keyfa xwe jî guhertin. PKKe ji hişmendî û serbora Ala Kurdistanê bêxeber tevdigere. Ala KCKê sala 2005 meha adarê li Îmralî weke sembola Konfederalîzmê Apo dest nîşankir. Ala KCKê sembola rêxistina PKKê ye û ji bo xwe meşrû bike hat peşkeş kirin. ango sembola rêxistina ku Cemîl Bayik, Besê Hozat serperştîya wê dikin e. ala KCKê li Îmralî bi îcazeta MÎTê hat çêkirin.

Nîvê xelkê Bakurê Kurdistanê jî nizanin ew ala ya kî ye û çi ye. nîvî ji wan yên ku dizanîn jî ala KCKê qebûl nakin. Niha em ê rabin ala ku Şoreşa Agirî de hatî bilind kirin, di Şoreşa Şêx Seîd de li Warto hatî hejandin red bikin û ala ku Duran Qalkan û Mistafa Qarasû qala wê dikin qebûl bikin…? Ne xêr em vê qed qebûl nakin.

PKKê sînorê exlaqî bezand û ji bo Rojhilatê Kurdistanê ala xêz kir.

Gelê Rojhilat û partiyên siyasî yên Rojhilat Ala Rengîn weke ala xwe qebûl dikin. Ne ji niha ve ji sala 1946 an ve Ala rengîn qebûl kirî ye. Her sal gelê Rojhilat li her derê Cejn û Newrozê bi vê alê pîroz dikin. Hema sala borî jî di serhildana Jîna Emînî de nêzîkî sed şehîd di bin vê alê de li xakê hatin sipartin. bi vê alê bi leşkerên Îranê re şer kiribû. Hê jî li Merîwanê, li Sine, li Mehabadê li Seqizê li seranserî Rojhilat Ala Rengîn li ser gorên şehîdan hatiye xêzkirin.

Lê PKKê weke qayûmekî ku ji bo gelê Rojhilat hatiye tayînkirin di rabe ji wan re ala çêdike. Gelo ev çi bê şermî û bê edebî ye? Pêkhateya PKKê ya Rojhilat ku Osman Ocelan bi navê hevjîna (jîyan) xwe binavkirî bû, yanî PJAKê ala Rengîn weke ala Rojhilat nasnekirî ye.

Rojava bi serê xwe mijareke cuda ye. Ala wan a sê reng jî ji aliyê sîstema qeyûm a PKKê ve hate diyarkirin. Ala Rojava çi serborên mêjûyî nîne.

PKKê ji kerema xwe ji bo Başûrê Kurdistanê Ala Rengîn qebûl kirî ye

PKKê ala Kurdan a temen sed salî ji bo Başûrê Kurdistanê qebûl kir. Bi rastî jî, rast bêjim, ger PKKe bikira wê jî qebûl nedikir, li şûna wê ala partiya xwe ya bi navê Tevgere Azadî da danî. Lê ji bo bertek dernekeve û armanca xwe ya rast veşêre, neçar ma Ala Rengîn ji bo Başûrê Kurdistanê bi kar anî. Her wiha PKKe çil teqle di avêje ku behsa hikûmeta Herêma Kurdistanê neke. Lê herêma Kurdistanê kefenê mirinê yê ku Lozanê kiri bû ber Kurdan çirand û Lozan bêwate kir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê wateya têkbirina Lozanê.

Ji bo vê sedemê jî pêwîste li dora hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû Kurd bibin yek. Lê ya ku PKKe dike tam berovajî vê yekê ye. Desthilatdariya Herêma Kurdistanê têk dibe û bi hemû dijberên Kurdistanê re tifaqê dike.

Pirsgirêka PKKê ya bi alê Rengîn re heyî rastîya PKKê dest nîşan dike.

 Yên dixwazin Şengalê ji Kurdistanê qut bikin nikarin li dijî Lozanê têbikoşin. Yên ku li Şengalê şûna Ala Kurdistanê, ala Iraqê daliqînin nikarin li dijî Lozanê tevbigerin.

Yên ku li dijî Herêma Kurdistanê bi Heşda Şebî re hevkariyê dikin, nikarin li dijî Lozanê rawestin.

PKKe çil Konferansên Lozanê bike jî nikare rastiya xwe ya nûnertîya xeta Lozanê veşêre.

Konferansa PKKê ne ji bo têkbirina Lozanê ye, ji bo komkirin û avakirina hêza sîyasî li hember Herêma Kurdistanê ye. PKKe zêrevanê sînorên Lozanê ye.

Pustên heman beş