Terorkirina hunermendên şoreşger

mihemed-mirza-info-saz
  • Simko Ebduleziz

Kîjan mirov dibin hunermend? Motîveyta ku mirovan ber bi hunerê ve dibe Kîjan e? Hunera mûzîkê çiqas bi nazkiya mirovan ve girêdayî ye? Saziyên ewlehîya netewî tu girîdana wan bi hunerê ve heye?

Bersiva van pirsan û hin pirsên din dibin sedem ku beşekî mirovên Kurd bikevin di vê dwalîzmê de.

Qey heza xwe ya kesî ber bi geşbûnê ve bibin yan pêwîstiya civakê û neteweyê ber bi azadiyê ve bibin ?

Hinek ji wan mirovan biryara hevseng digirin ku hem karê xwe yê hunerê jî encam bidin û hem jî erka li ser millê xwe weke Kurd ku gel û welatî rizgar bikin.

Ev du alîzme dibin sedem ku mirov rastî şerekî derûnî bibin û di nêvbera herdu aliyan de bikevin derdê belayê.

Hunermend, Pêşmerge û Kurdperwer (Mihemed Mîrza) yêk ji wan kesan bû.

Ji encama dagîrkirina Kurdistanê, mejîkê wî bi fikra netewî hatbû avdan û rizgarbûna Kurdistanê bi erka xwe ya sereke hesab dikir, ev fikir bû sedem ku şehîd Mihemed Mîrza hemû rengên berxwedanê ji bo rizgarbûna gel û welat jiyan bike, heya sala 1991an û rizgarbûna Başûrê Kurdistanê ji destê Rejîma Beis.

Di dema têkoşîna xwe ya Pêşmergatiyê de çendîn caran birîndar ketbû û ji mirinê feltî bû û malbata wî hemû rengên nexweşî û zehmetîyan dîtine ji zîndankirin û tepeseriyê her wiha hejarî, tirs û birs, yan mirin be, lêbelê vî lehngî yêk roj jî xwe ji bo xwastekên dijimin netewand, belku mîna şêrekî serbilind li ber xwe da û têkoşîn kir heya ku çavên xwe bi azadbûna Başûrê Kurdistanê şad kirîn.

Piştî sala 1991an erka parastina navxwe li devera Zaxo bû para Mihemed Mîrza, wî bi lehngî û lêzanî li ber pîlanên jehrawî yên Rejîma Beis têkoşîn kir.

Vî qehremanî li wê demê karîbû bi du aristeyan xebatê bike, aristeya yekê ew li himberî pîlanên jehrî yên dijimin weke dûpişkî be û li aliyê din ji boy gelê Kurdistanê bi taybet Zaxo û çîna hunermend û nivîskaran weke melhema ser birînan be, ev leheng mîna pasewanekî taybet ê hunermendan bû.

Qûnaxa dawiyê ya vî lehngî ber bi cîhana sofîgeriyê çû, ev kes ji malbeteke bircwaz bû, lê jiyana wî jiyanek sofîgerî bû, ji ber vê sedemê ber bi xwezayê ve çû û destekî wî di sazê de bû û bi destê din xebatên çandinyê li nava zeviya xwe dikir. Hemû şevan li nava bîstan semfonya dengan dihat jenîn û hevrikyeke harmonîk di nêvbera dengê sazê û gaziyên çwîçikan û dengê bay û barovê û şirşra ava çem û sitrîna sitranbêjên Zaxoka birîndar derdiket holê.

Civata vî lehngî tenê ya bexşîna ciwanî, vîn, dilsozî û bi hevre karkirinê bû, sitranên wî yên şevan li ser Pêşmerge, Gerîla, Amed, Mehabad û Qamşlo her wiha Hewlêr û Zaxo û tev bajarên Kurdistanê bûn.

Li dawiyê van pirsan ji Partîya Karkeran dikim:

Gelo terorkirina însanekî ku ji 18 ta 65 salîya xwe Pêşmergayetî kir be, dibe Kurdayetî?

Qey terorkirina bavê şehîdeka jin dibe Kurdayetî?

Terorkirina sazekê ku bi tenê sitranên Kurdayetiyê awaz dikirin dibe Kurdayetî?

Gelo terorkirina xemxorekî her çar perçeyên Kurdistanê dibe Kurdayetî?

Yan jî terorkirina kesekî ku weke partiya we nefkirît dibe Kurdayetî?

Qey demokratiya gelan eve ku hûn wilatparêzekî teror bikin?

Pustên heman beş