Daxuyaniya Cemîl Bayik ji bo Hêzên Pêşmerge li Xakurkê û plna nû ya PKK’ê

Serokê Konseya Rêveber a KCK ê Cemîl Bayik, di 29 ê Tîrmehê de ji bo Sterk TV ya PKK’ê hevpeyvînek kir. Di hevpeyvînê de derbarê siyaseta serdema nû ya PKK’ê de gelek îşaret hebûn. Bi taybetî tiştên ku Cemîl Bayik li ser hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û kevneşopiya siyasî ya Barzanî gotî, ji bo têgihiştina siyaseta serdema nû ya PKK ê pirr girîng bû.

Bayik: Pêşmerge bi cilên leşkerî tevlî operasyonê dibin

Bayik di hevpeyvîna xwe de îdia kir ku hêzên pêşmerge bi cil û bergên leşkerên Tirk û nasnameya Tirkî tevlî şer dibin û wiha got: “Dewleta Tirk û PDK ê li Xakurkê li dijî gerîla operasyonan pêk tînin. Dîsa li Zapê nasnameya pêşmergeyan digirin û cil û bergên leşkerên Tirk li wan dikin. Bi vî rengî li gel leşkerên Tirk li dijî gerîla şer dikin. Leşkerên Tirk ji meqerên Barzanîyan derdikevin û êrîşî hevalên me dikin.”

Ev îdîaya Cemîl Bayik ne nû ye. PKK bi salan heman tiştan dibêje. Lê heya niha, PKK’ê nekariye yek delîl jî li ser vê mijarê pêşkêşî raya giştî bike. Ji ber ku gotinên PKK’ê yên ku dibêje “Pêşmerge cil û bergên leşkerê Tirk li xwe kirine” derwên bi zengil in.

Ew got gotkên HPG’ê, Murad Qarayilan, Cemîl Bayik û medyaya wan ku dibêjin demên dawî de pêşmerge û dewleta Tirk li Xakurkê operasyoneke hevpar pêk tîne çi rastîyên xwe bû nîne. Ger hûn li van îdîayên wan binêrin, yek ji wan hûrguliyek zelal nîne, nav nîşan, cîh û dem nabêje. Lê belê herêma bi navê Xakurkê qadeke pirr mezin e. Bi sedan gir û geliyên wê hene. Li ser xeta Xaxurkê ti xalên hêzên Pêşmerge yên nêzî dewleta Tirk nînin. Heke Dewleta Tirk operasyonekê bike jî, pêşmerge nikare vê yekê bibîne û agahdar be. Ji ber ku lûtkeyên herî bilind jixwe di destê dewleta Tirk de ne. Li Xakûrkê du hêzên hevbeş hene yek Tirkin ya din jî PKK ye.

Mijara girtina nasnameya pêşmergeyî û cilên leşkerê Tirkan berkirin tenê senaryo ye. Ji bilî vê yekê, Cemîl Bayik weke ku di meqerê pêşmergeyan de diaxive, jixwe vê derewê eşkere dike. Weke ku me berê jî gotibû, Pêşmerge hêzeke fermî ye û hemû xwedî malbat û eşîrin, hemû xizm û karên wan pê agahdarin ka kî kîveye û çi dike. Hîyerarşîya Pêşmerge de mecalê xapandin û derewê nîne. Her roj bi malbata xwe re hevdîtinan pêk tîne. Ne weke ya sîstema PKK’ê tûnd û veşartî ye. Di nava PKK’ê de ciwanên Kurdan jîyana xwe ji dest didin pîştî çend sala malbat pê agahdar dibe. ji ber ku PKK hemû gerîla wek milkê rêxistinê dibîne, biryara mirin û jîyanê di deste PKK’ê da ye, loma jî malbat zêde ne giringin. Lê di sîstema Pêşmerge de hemû leşker xwedî îradeya şexsî ne. Xwedî malbat û bine malin.

Yek dengîya derewên Rêveberên PKK’ê nîşan dide ku plan mezin e

Di asta herî jor a PKK’ê de dereweke wiha bi hûrgilî were kirin, hebûna planeke metirsîdar derdixe holê. PKK’ê biryar daye ku şerê leşkerî li dijî Hêzên Pêşmerge bike. Tenê bingehê psîkolojîk jê re birêxistin dike. Jixwe Cemîl Bayik gotibû, “Hemû Kurdên xwedî wijdan ji ber rewşa PDK û Barzanî di nava zehmetiyan de ne” Ev gotinên Bayik jî nîşan didin ku armanca sereke amadekirina girseyê ye.

(her çend ne mijara vê nivîsê be jî, lê em bêjin PKK mejiyê girseya xwe welê şuştiye ku eger dewleta Îranê an dewletek din bihêt niha Hewlêrê dagîr bike dê ev layengirên PKK’ê dîlanê bikin.  Ewqas bi kîn û kerb Kurdan dijî hev dikin dijmin. Du roj berê 31 ê Tîrmehê salvegera  Enfala Barzanîyan bû, 8 hezar zilam û zarokên Barzaniyan bi saxî kirin nava gorên komî. Lê ne hevserokên HDP’ê, ne wekîlên wan û ne jî navenda vê partîyê daxuyaniyek ne da. PKK’ê li dijî Barzanîyan di sazî û dilsozên xwede hestên dijminetî çandin e.)

PKK’ê di sala 2019’an de bi heman armancê dest bi pêngavê kiribû û dixwest girseya xwe ji Ewropayê derbasî Hewlêrê bike. Ji bo ku alozîyan derbixin. Bi îhtîmaleke mezin ewê bi Tebaxa 2023’an pêvajoyek êrîşê bide dest pê kirin û ewê ji ya sala 2019’an tûjtir û dijwartir be. PKK dixwaze di warê leşkerî de bi hêzên Pêşmerge re şerekî aktîf bide destpêkirin. Ne pevçûnek demdemî ye, bi awayekî cidî dixwaze êrîşî herêmên pêşmergeyan bike û hwd. Ji bo vê jî bingeh amade dike.

Bê şik dema ku PKK vê yekê bike dê ji hinek alîgirên xwe yên navxweyî jî alîkarî werbigire. Bi îhtîmaleke mezin piştî ku hewa hinekî hunik bibe wê di meha Îlonê de li Silêmaniyê hin girev, çalakî rû bidin. Bi kurtî, PKK’ê zendên xwe hildane û wê ji çend aliyan ve êrişî Herêma Kurdistanê bike. Ji bo vî kare dijminî hinek hevpeymanî jî pêk anîn e.

Armanca PKK’ê ewe ku Herêma Kurdistanê li hember kolonyalîstan lawaz bikin

Her wiha Îran Û Iraq jî dixwazin zextên xwe li ser Herêma zêdetir bikin. Di rastiyê de tê çaverêkirin ku Îran ber bi payîzê ve hin çalakiyan bi hinceta partiyên Rojhilatî li dijî Hewlêr ê bike. Helbet pêwendiyeke rasterast di navbera PKK’ê û Îranê de heye ji bo xerab kirina aramîya deverê. Di vê pêvajoyê de mijarên weke nakokiyên bûdceyê, pirsgirêka Şengalê, hilbijartinên parlamentoya Iraqê jî hene. Di rastiyê de PKK  erkdar e ku li ser Herêma Kurdistanê hertim alozî çêbike.

Cemîl Bayik qed ji temen û rihên xwe yên sipî şerm nake van derewên bi zengil dike. Derewên PKK’ê îşareta plansazîyeke nû ye.

Plana PKK’ê eve: PKK’e dixwaze, take parçeya Kurdistanê ku peymana Lozanê ya ku Kurdistan perçe kirî şikandî jinav bibe û dijminatiya statuya Herêma Kurdistanê bike. Ev dijminatiyeke wisa ye ku PKK hewl dide hebûna xwe li ser nebûna Herêma Kurdistanê ava bike. Herêma Kurdistanê qûdîka PKK’ê ye. PKK her cara ku li Herêma Kurdistanê dinêre, dibîne ku ev 40 salin tiştek bi dest nexistiye, têkçûna xwe dibîne. PKK her cara ku li Herêma Kurdistanê dinêre xiyaneta xwe dibîne. PKK hewl dide ku vê qûdîkê bişkîne da ku rastiya xwe nebîne.

Cemîl Bayık bêşermekî mezin e. Ew radibe û dibêje, Pêşmerge cil û bergên leşkerên tirk li xwe kirine. Lê ew û partiya wî cil û bergên dijminê kurdan Heşdî Şeibî li xortên kurd dikin. Ala Iraqê jî li ser mile wan didin û dijminîya herêmê dikin. Ji bo Şengalê ji Kurdistanê veqetîne hemû lîztikan dikin.

Cemîl Bayik radibe û dibêje têkiliya malbata Barzanî bi dewleta tirk re heye. Mesrûr Barzanî wek serokwezîr li balafirê suwar dibe, derdikeve û li ber kamerayan dicive. Lê Cemîl Bayik bi talîmata îstîxbarata Îranê radibe û rûdine. Îran mala ku Cemîl tê de dimîne, wesayîta wî jî ew dabîn dikin. Ew Ji vê rewşa xwe şerm nake, radibe têkiliyên fermîyên dîplomatîk wek îxanet dibîne.

PKK dixwaze li dijî Pêşmergeyan şer bike loma jî hinceta çêdike. Lê derewên Cemîl nikarin zelalî û serwerîya Pêşmergê Kurdistanê berûvajî bike.

Pustên heman beş