Balafirên keşfê berpirsekî Partîya Karkeran li Şengalê kuşt

Yilmaz Bayram yê bi nasnavê Egîd Gever li sînorê Şingalê

Balafirên bêmirov yên dewleta Tirk îro li otomobîleka Partîya Karkeran li Şengalê xist û derket ku berpirsekî mezin ê rêxistinê bi navê Yilmaz Bayram tê de bû û hatiye kuştin.

Îro roja înî 4 tebaxa 2023an, balafirên keşfê yên dewleta Tirk êrîşek li Şengalê pêkaniye û berpirsekî mezin ê Partîya Karkeran û YBŞê baskê PKKê yê li Şengalê bi navê Yilmaz Bayram û bi navê kod Egîd Gever hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên ku medyaya Tirkiyê parvekirine, Yilmaz Bayram yêk ji damezrênerên YPSê ye û li Tirkiyê ji çalakiyên bajarin berpirsiyar bû.

Her wiha hat ragihandin ku Yilmaz Bayram, ji bo rêxistinê di navbera Başûr û Rojava Kurdistanê da wezîfeyên kirîtîk digre ser millê xwe û xebatên veguhastinê û lojîstîkî dimeşîne, Her wiha berpirsiyar bû ji dabînkirina çekan ji boy rêxistinê. 

Yilmaz Bayram kîye?

Yilmaz Bayram di sala 2010an de tevlî kadroyên gundan yên Partîya Karkeran bûbû.

Di navbera salên 2011 û 2016an li gundewarê Colemêrgê erk wergirtin.

Di sala 2015an de di nav damezrînerên YPSê de cih girt.

Di sala 2016an de derbasî herêmên Başûrê Kurdistanê/Şengalê/Soranê bûbû.

Ji nîvê duyemînê sala 2018an ve çûye Rojava Kurdistanê û li Hesekê û li herêmên Rumeylanê û Qamşloyê tevlî çalakiyên Partîya Karkeran bûye.

 Ji sala 2020an şûnde berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û Şengalê û li wir wekî serperiştê PKKê û YBŞê tev digere.

Pustên heman beş