Çapemeniya Lahur Cengî koça dawî ya Karwan Elî Şamarî wek bûyerekî bi mij û gumanbar ragehand.
Pêgeha Vedeng a tora civakî ya facebookê, ku ser bi Lahur Cengî ye û ragehand: ‘’Di bûyerekî bi mij û gumanbar de Karwan Elî Şamar koça dawî kiriye û vê derbarê de ti daxuyaniyekî zêdetir nehatiye dayîn.’’
Piştî bûyerên 8ê Tîrmeha 2021ê di çarçoveya nakokiyên di navbera Bafil Talebanî û Lahur Cengî de hejmarek kesên nêzîkî Lahur Cengî ji aliyê hêzên ser bi Bafil Talebanî bi awayên cuda hatin teror kirin û hejmarek ji wan jî hatin girtin, ku yek ji wan kesê hatî girtin jî Karwan Elî Şamar bû.
Karwan Elî Şamar kesayetekî nêzîk Lahur Cengî û mamostayê zanîngehê bû û piştî bûyerên 8ê Tîrmehê ji aliyê hêzeke ser bi Bafil Talebanî ve hate girtin û naha bi awayekî girtî jiyana xwe ji dest da.