Serokê Navçeya Hîzanê ya MHPê li Diyarbekirê bi kîloyek tiryakê hat girtin

Serokê Navçeya Hîzanê ya MHPê li Diyarbekirê bi kîloyek tiryakê hat girtin

Serokê berê yê Navçeya Hîzanê ya MHPê Eyûb Ûste ku di wesayîta wî de kîlo tiryak heta girtin dibêje: ” Eve du salin ez tiryakê bi kartînim. Gelek cara hinek kesên din jî weseyeta min çûyîn hatinê dikin,ev tiryak ne ya min e.Ez tiryakê bi kartînim lê bazirganiya wê nakim.”

Serokê MHPê yê berê yê navçeya Hîzana Bedlîsê Eyûb Ûste di lêgerîna ku di 3ê gulanê de li ser rêya Diyarbekir-Şanliurfayê ji teref ekîbên polîsan ve hat kirin de bi 1 kg tiryakê ku bihayê wê 4 milyon TL ye hat girtin. Piştî ku navê Usta ket nav skandala tiryakê, Navenda Giştî ya MHPê Serokatiya Navçeya Bedlîsê betal kir.

Ûste diyar kir ku karê wî yê sereke xwaringehek li Hîzanê ye û wiha got: “Wesayîta ku ez hatim girtin li ser navê min qeydkirî ye. Ez diçûm Mêrsînê ji bo xwaringeha xwe hinek pêwistî bikirim. Ez li Amedê hatim girtin, 2 sal in tiryaka ku hatiye desteserkirin bikar tînim. Ez ji xeynî metamfetamînê tu maddeyên din bikar naynim. Ez vê narkotîkê ji kesên ku ez wan nas nakim dikirim Ez her 3-4 rojan carekê bikar tînim. Ez ji Bedlîs, Tetwan û Hîzanê hindik hindik dikirîm.”

Pustên heman beş