Kurd, PKK û siyaseta durû!

Kurd, PKK û siyaseta durû!

Gelek cara hinek siyasetmedarên Kurd behsa rastiya PKKê dikin. Eger mirov werê û berê xwe bide rastiyê,li bakurê Kurdistanê herksekî siyaset kirî, partiyek siyasî de ji sala 1975ê pêde cih girtî , rewşenbîr,nivîskar ,hunermend hemû ji kesên behsa rastiya PKKê dikin behtir PKKê nas dikin. Yek cewazî heye ewên ku PKKê nasdikin û behsa rastiya vê rêxistinê dikin di tevgera azadixwaz a Kurdî de tevlî rastî û xeletiyên xwe dirûstin. Yen ku PKK nasdikin û li dûv siyaseta PKKê diçin,yên ku ji bo berjewendiyên rojane propagandeya PKKê dikin ,yên ku dizanin lê nabêjin , ew ne dirûstin û hemd yan pê hemdê xwe xiyanetê li milletê Kurd  dikin.

Ji berî çend roja berpirsê PKKê yê yekem Cemil Bayik di kanalek televizyona PKKê de dibêje: ” Li Kurdistanê du xet hene,yek Xeta Azadiyê ya din jî Xeta Xiyanet û Sîxûriyê ye. Başqe tu xetek din tuneye.”

Berê xwe bidinê, Cemil Bayik dema vê yekê dibêje di cihde PDKê wek nûnerê Xeta ”Xiyanetê” dide nasandin. Niha wek serî de jî hatî gotin,herkesê ku li bakurê Kurdistanê siyaset kirî PKK nasdike, dizane serokê PKKê Ocalan çi gotiye û negotiye. Ji xwe Abdullah Ocalan vekirî dibêje dewleta Tirk: ” Hun mecalê bidin min, ez nahêlim Barzanî nefesê bistîne”.

Niha di rastiyê de li Kurdistanê du xet hene,yek xetek netewî Kurdistaniye û yek jî Xeta Têkbirin a destkeftên netewî û Kurdistaniy e. Raste PDK nûnertiya xetekî dike û PKK û hemû hevalbendên PKKê nûnertiya xetekî dike. Ev yek jî gelekî eşkereye kî nûnertiya çi dike.

Niha xeteriya siyasî ne di PKKê û siyaseta PKKê ya sîxûrî û dijitiya dewletxwaziyê de ye. Xeteriya mezin ewin ku yên  ji aliyekî li nalê û aliyek din li mixê didin e. Xeterî ewên bê rengin, ewin ku dikarin hemû kesayeta xwe (eger hebe)  bifroşin kursiyekî di parlementoya Tirkiye de yan jî şeredariyekî. Sedem çibe bila be, aliyên ku, bi salan PKK û rêxistinên pêve girêdayî bi tundî rexne kirin heta ew bi xiyanetê tawanbar kirîn, îro di bin weneyê Abdullah Ocalan û sembolên PKKê de siyasetê bi seetekî jî dikin ew di siyaseta Tevgera Azadixwaza Kurdistanê de ji PKKê xetertirin.

Di vî warî de kemasiyên PDK bi Xwe jî hene. Dema pêwendî li gel aliyên siyasî li beşên din ên Kurdistanê ,kesayetan,hûnêrmendan, nivîskara û rewşenbîra re deyne gerek hinek pîvan hebin. Eger pîvan nebin carna mirov bê hemdê xwe xizmeta dijberên xwe jî dike.

Ev babetê di vê nirxandinê de  hatîn destnîşankirin, mirov dikare bi sedan rûpela li ser binivîse. Lê ne hewceye ku gelek bê dirêj kirin.  Wek dibêjin: ” Yê Dizane Ji Xwe Dizane, Yê Nizane Baqê Nîskaye”

ROJEVAKURD

Pustên heman beş