Medya Partîya Karkeran derewan li ser navê şêwermendê Sûdanê parvedike

rojnews-pkk-derew-iraq-turkey-info

Pêgeha ”Rojnews” ya Partîya Karkeran ku li Silêmaniyê weşana xwe dike, li ser navê şêwermendê serokwezîrê Îraqê derewan parvedike û dibêje: “Çekdarên Partîya Karkeran li ser daxwaza Tirkiyê hatine Başûrê Kurdistanê”, lê ya rast şêwermendê Sûdanî gotiye: “Tirkiye dixwaze PKKê bi dawî bike da ku hêzên xwe ji Îraqê vekşe”.

Sebhan Mela Ciyad şêwermendê Mihemed Şeya Sûdanî yê serokwezîrê Îraqê, roja 30 tîrmeha îsal 2023ê ji boy ajansa nûçeyên Îraqê “Wa’” axiviye û nirxandin ji boy serdana serokkomarê Tirkiyê ya ji boy Îraqê kirî ye ku tê çaverên kirin li demên pêş me ev seredan bê encam dayîn.

Şêwermendê Sûdanî melefên ku wê li gel Ardogan bên nîqaş kirin îfşa kirine ku mijara sereke wê melefa avê be, her wiha di derbarê Partîya Karkeran de dibêje:

“Hêzên Tirkiyê di nav axa Îraqê de hene, Îraq dixwaze demldest ev hêz bê vekşandin, Tirkiye jî dixwaze PKKê bi dawî bike da ku ew ji wir vekişin”.

Şêwermendê Sûdanî tenê bi vê rêzkê di daxuyaniiya xwe ya ji boy ajansa “Wa’” de behsa Partîya Karkeran kirî ye.

Pêgeha “Rojnews” ya Partîya Karkeran ku ji Silêmaniyê weşana xwe dike, li roja 5 tebaxa îsal 2023ê ev daxuyaniya şêwermendê Sûdanî berovajî parvekrî ye û li ser navê Sebhan Mela Ciyad derewên bi şax gotine.

Rojnews li ser navê Mela Ciyad wisa gotiye:

“PKKe li Îraqê wek hêzek dagîrker cih nagire, PKKe di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013an de li ser daxwaza Tirkiyê li Îraqê bi cih bûye, Tirkiyê di encama hevdîtnên li gel Ebdulla Ocalan yên di sala 2013an de, ji bo bê çek kirina PKKê derbazî Îraqê bû, li ser lihevkirinên Tirkiyê yên li gel Ocelan, hejmarek zêde ya şervanên PKKê hatin Îraqê ku ji berya wê hejmara PKKê li Îraqê kêm bû”.

“Rojnews” li ser navê Sebhan ev jî got: “Li gorî vê yekê, ji bo çareserkirina pirisgrêka Partîya Karkerên Kurdistanê, divê em pirsgirêka Kurdistanê û Kurdên li Tirkiyê û Îranê çareser bikin. Ev gelek giringe û mafê axaftinê yê Îraqê di mijara Kurd de heye”.

Medyaya Partîya Karkeran ku li ser derewan û xapandina gel avabûye,  ev ne cara yekem li ser navê rayedarên payebilind yên dewleta Îraqê derewan parvedike, “Rojnews” jî bi yêk ji maşîneyên servîskirina derewên Partîya Karkeran tê hesab kirin.

Pustên heman beş