Tirkiye û Brîtanyayê rêkeftina koçberan îmze kir

uk refugee

Tirkiye û Brîtanyayê ji bo vegerandina koçberên qaçax rêkeftinek îmze kir.

Li gorî rêkeftinê koçberên ku ji Tirkiyeyê bi beleman diçine Brîtanyayê dê bêne vegerandin.

Medyaya Brîtanyayê ragihand ku di navbera Tirkiye û Brîtanyayê de ji bo vegerandina koçberên qaçax rêkeftinek hatiye îmzekirin.

Li gorî rêkeftinê dê rê li ber koçberên qaçax bê girtin û welatiyên Tirkiyeyê ku bi belemên biçûk bi rêya Deryaya Manşê diçin Brîtanyayê dê bên vegerandin.

Tirkiye, navenda qeçaxçîtiya mirovan e

Tirkiye, di medyaya Brîtanyayê de wekî “navenda qeçaxçîtiya mirovan” hatiye pênasekirin û hatiye nivîsandin ku piraniya belemên koçberan li Tirkiyeyê tên çêkirin.

Li gorî rêkeftinê Tirkiye û Brîtanya ji bo rê li ber qaçaxçîtiyê bigirin dê operasyonên hevbeş bikin û firotina beleman bê astengkirin.

Pustên heman beş