Rêjeya bêkariyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bilind bûye

Rêjeya bêkariyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bilind bûye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya bêkariyê bi awayekî berçav bilind bûye û niha nêzîkî 3 milyon û 337 hezar kes bêkar in.

Li gor amarên saziya TUIKê ku îro pêncşemê 10ê Tebaxa 2023an belav kiriye, rêjeya bêkariyê di meha Hezîranê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji sedî 0.1 bilind bûye û gihiştiye ji sedî 9.6, herî zêde rêjeya bêkariyê di nav jinan de ye û gihiştiye ji sedî 13.2 û di nav mêran de jî bo ji sedî 7.8 bilind bûye.

Li gor heman çavkaniyê, hejmara bêkaran di meha Hezîranê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gor meha berê wê, du hezar kes zêde bûye û gihiştiye 3 milyon û 337 hezar kesan.

Hejmara kesên ku di meha Hezîranê de li gor meha meha Gulanê kar dîtine, bi rêjeya ji sedî 0.6 kêm bûye û gihiştiye ji sedî 47.8an. Ev rêje ji sedî 65.2 bo mêran û ji sedî 30.8 bo jinan bûye.

Pustên heman beş