Li Koreya Bakur ji xelkê tê xwestin di dema lehiyê de wêneyên “Kim” biparêzin

Li Koreya Bakur ji xelkê tê xwestin di dema lehiyê de wêneyên"Kim" biparêzin

Rayedarên Koreya Bakur ji xelkê daxwaz dikin, di egera rûdana lehiyê de li wêneyên Kim Jong-Un miqate bin.

Li Koreya Bakur bahozeke mezin nêzîk dibe, Partiya Karkeran a desthilatdar a Koreya Bakur hişyarî da xelkê ku di egera dirustbûna lehiyê de bala wan li ser rizgarkirina wêneyên Kim Jong-Un û wêneyên bavê wî be.

Partiya Karkeran a Koreya Bakur eşkere kiriye, çendîn serbaz û xwebexş ji bo rizgarkirin wêne û peykerên Kim Jong-Un li cihên giştî hatine amadekirin.

Tê pêşbînîkirin ku bahozeke mezin di çend rojên bê de Koreya Bakur bigre û li navçe û bajarên cuda jî egera dirustbûna lehiyê heye.

Pustên heman beş