Polîsê Almanya: Xwe ji rêxistina terorîst a PKKê dûr bigrin

Polîsê Almanya: Xwe ji rêxistina terorîst a PKKê dûr bigrin

Polîsê Almanya bi daxuyaniyekî daxwaz ji xelkê welatê xwe kir ku xwe ji rêxistina terorîst a PKKê dûr bigrin.

Daxuyaniya polîsê Almanya ya derbarê komkirina pare bo rêxistina qedexe ya PKKê de hatiye gotin: ‘’PKK sala 1993yê ve li Almanyayê hatiye qedexe kirin û wek rêxistinekî terorîst hatiye pênase kirin. Almanya kar dike bo çavkaniyên darayî yên wê rêxistinê nehêle. Vê çarçoveyê de bi giştî li dû wan kesan digerin ku pêşîneyiya wan hemwelatiyên kurd in, ku pare ji bo piştevaniya PKKê didin û gelek caran pare wek bexş kirin, gelek caran jî wek bac didin.’’

Heman daxuyaniyê de hatiye gotin, di rastiyê de ew pareyê ku tê kom kirin, di nav tiştên din de ji bo şerê gerîla tê bikaranîn, ku xelkeke zêde ji ber wê birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin.

Polîsê Almanya hişyarî dide û dibêje: ‘’Dikare serdana te jî bê kirin û daxwaza pare dayînê li te bikin. Eger tu wê nekî dibe ku gef li te bên xwarin û hewla tirsandina te bê dayîn. Di encamê de dikare ew tewanbar bi gelek avayan bên dadgehî kirin, ji bo nimûne piştevaniya rêxistina terorîst li derveyî welat, gefxwarin, naçarkirin an jî binbê kirina yasayên navnetewî hin ji wan in.’’

Polîsê Almanya dibêje: Tîkaye pêwendî bi polîs ve bikin. Em dikarin waha te û kesên din jî biparêzin.

Herwaha teqez dike: Bi pare dayîna PKKê ve xwe nexin bin lêkolîn û lêpirsînan.

Polîsê Almanya bi rijd dibêje; Eger bandora wê daxwaza paredanê li ser we ye, bilez em daxwaz dikin ji we pêbend nebin bi wan daxwazên pare yên ji aliyê PKKê ve tên kirin.

Pustên heman beş