Şerim jî nakin

15 tebax-pkk-info
  • Simko Ebduleziz

Navenda raghandina Partiya Karkeran li malpera xwe ANFê ragihand ku çekdarên partiyê bi bûneya nêzîkbûna 15î tebaxê, şerekî dijwar li Metînayê encam da.

Ya rast wexta ev nûçe ketye ber çavên min, ez wek Kurdekî Bakur min pirr şerim ji xwe kir, ji ber ku min fikir li destpêka avabûna baskê leşkirî yê Partiya Karkeran kir kanê li wê demê ji boy çi armancekê tevdigerîya û niha ji boy çi tevdigere.

Qey tîmîn Gêrîla li çiyayê Metînayê çi dikin? Çima Gêrîla li çiyayê Metînayê canê xwe feda dikin? Çima Gêrîlayan yêkem gulle li çiyayê Metînayê arastey Pêşmergehên Kurdistanê kir? Gelo çiyayê Metîna li ku derê ye? Çima wexta artêşa Îraqê a serdema hîzba Beis li wir Gêrîla êrîşî wan nedikir?

Piştî Pêşmergehê Kurdistanê li sala 1991ê Başûrê Kurdistanê ji rejîma Seddam a faşîst rizgarkirî û gund, bajarok û bajêrên Kurdistanê ber bi avendaniyê ve gav avêtî, li sala 1994ê Partîya Karkeran şer firoşte Pêşmergehên Kurdistanê û hejmareke zor a şehîd û birîndaran ji herdu alîyan ketin, êncam Partiya Karkeran di şer de rastî şkestinê hat û di şkeftên Qendîlê de cîh bûn, piştre peymana aşitiyê di nêvbera Hikûmeta Başûrê Kurdistanî û Partîya Karkeran de çêbû û ev peyman li ser bingeha nebûna Gêrîla bû li Başûrê Kurdistanê.

Piştî wê peymanê careke din serokê Kurdistanê ji rêberê Partîya Karkeran Ebdulla Ocalan pirsî: Qey çima we ew şer li dijî me kir? Ocalan di bersvê de go ku: Ew şaşêtiyek bû ji hêla Partîya Karkeran ve hatiye encam dayîn û wê dubare nebe.

Careke din Başûrê Kurdistanê dest avêt avedanîya welat û ber bi asoyên geş ve çû û heya sala 2014ê piranîya gund, bajarok û bajêrîn Başûr di geşedanê de bûn, taybet ji rûyê çandinyê û di vê salê de rêxistina terorê ya DAIŞê şerekî xwînawî li Başûrê Kurdistanê li dijî statoya Herêma Kurdistanê encam da û Hikûmeta Kurdî neçar ma hemû hêzên xu yên leşkirî li çiyayên Kurdistanê vekşe û birin enyên şerê li dijî DAIŞê.

Ji encama nebûna hêzên leşkirê Kurdistanê li çiyayên Başûrê, Partîya karkeran ev yêk fersendek ji boy xwe zanî û hêzên xwe ji şkeftên Qendîlê derxistin û birin herêmên ku berê Pêşmerge lê bûn û cîh bûn, Partiya Karkeran baregehên xwe bi awayekî eşkere danan û Komara Zapê ragihandin û hinek rêveberî danan û perlemanekî kartonî jî li Ewropayê çêkirin, ev jî bû hinceteke yasayî ku dewleta Tirk şerê xwe derbasî Başûrê Kurdistanê bike û piranîya çiyayên Başûrê Kurdistanê dagîr kirin û Partîya Karkeran carna mîna zirkêtkê xwe derdixst ji bo ku artêşa Tirk wê bibîne û piştre di reve û artêşa Tirk li pey wê diçe û herêm bi herêm dagîr bike.

Li şeva 11 li ser 12 tebaxa îsal 2023an çekdarên Partiya Kakeran careke din mîna zirkêtka xwe derxist lêbelê evcar neçûn li dijî artêşa Tirkiyê şer bikin, lê hewldan ku bi Pêşmergehê Kurdistanê veden, lê xoş bextane ti zirar bi Pêşmergey neketin.

Pustên heman beş