Jêderê şandina dolar bo Îranê li Mûslê hat girtin

Jêderê şandina dolar bo Îranê li Mûslê hat girtin

Kadroyekî yekîneyên Seyîd Şuheda ku di mîhwerê miqawemê yê Îranê de ji hêzên sereke ye, di yêk ji molên Mûsilê de bi sûça şandina dolar bo Îranê hat binçav kirin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, yek ji çekdarên Heşda Şeibî yê bi navê “Musena Yas Xizir” ku pasewanê nivêsîngeha cîbicîkar a mîlîşyayên bi navê Yekîneyên Seyîd Al-Şuheda – li Mûsilê ye û nişteciyê taxa Seddame li bajarê Mûsilê, li roja 13/7/2023an ji hêla Rêveberiya Sûçên organîzekirî ve di nava “Goldin Mol” de ya ku dikeve taxa Al-Zihor, bi tawana veguhestina dolar ji boy dervey Îraqê hatiye desteser kirin.

Her wiha destnîşan kirin, Hikûmeta Îraqê ji boy pêşîgirtina li zêdetir daketina nirxa Dînar li himber dolarê Amerîkî, dest bi girtina hin kesan kirî ye ku dolar ji Îraqê dişand dewletên din bi taybetî Îranê û di vê çarçoveyê de hin çekdarên Heşda Şeibî desteser kirine.

Grûpên ser bi Heşda Şeibî rola sereke dilîzin ji şandina dolar ji Îraqê bo Îranê û tevî hewildanên hikûmeta Îraqê ji boy kontrolkirina nirxa dînar, lê belê tev hewlên wan bêy êncam mane û dolar her ku diçe bi buhatir dibe û ev yek jî bûye sedem nirxa kelupel û pêwîstiyên xelkê li Îraqê bilind bibe.

Grûpên çekdar yên ser bi Heşda Şeibî ji dema damezrandina xwe heya niha berdewamin ji encamdayîna karên deryasayî li Îraqê û çendîn tawanên weke revandina welatiyan, îşkencekirin, kuştinên heremekî di berjewendîya Îranê de encam dayîne.

Pustên heman beş