Parlamentereka Alman li Tirkiyê bi tohmeta piştevaniya PKKê hat desteserkirin 

Parlamentereka Alman li Tirkiyê bi tohmeta piştevaniya PKKê hat desteserkirin 

 Parlamentera Alman a Partiya Çep Gokay Akbulut di 3ê Tebaxê de li balafirgeha Antalyayê hatibû desteserkirin.

Li gor nûçeya Reutersê, Göyka Akbulut got, ew ji ber çendîn postên ku di sala 2019an de li ser torên civakî derbarê PKKê de belav kiribûn.

Serdozgeriya Komarê ya Tirkiyê bi tohmeta propagandaya terorê der barê wî de biryara desteserkirinê da.

Herwiha parlamenterê bi eslê xwe kurd Gokay Akbulut di Gulana 2022an de ji parlementoya Almanya daxwaz kiribû qedexeya çalakiyên PKKê yên li Almanyayê ragire.

PKK ji 26ê Mijdara 1993an vir ve li Almanyayê di lîsteya rêxistinên terorê de cih digire û hemû çalakiyên wê tên qedexekirin.

Almanya ku hejmareke zêde ji alîgirên PKKê lê dijîn, bandor li têkiliyên navbera Berlîn û Enqereyê kir, ji ber vê yekê polîsên Alman PKKê weke “komeke terorîst û neqanûnî” îlan kirin û welatiyên xwe ji piştgirîkirina wê hişyar kirin.

Pustên heman beş