Ebbas ê bê doxîn û şelwalê 15 tebaxê

kalkan-Pêngava 15’ê Tebaxê-info
  • Simko Ebdulezîz

Di salvegera 40 a destpêkirina şerê çekdarî yê Partîya Karkeran û damezrandina “H.R.K” ê De ku îro navê HPGê li ser e, Dûran Kalkan endamê komîteya navendîya rêxistinê li medyaya partiya xwe derket û behsa hinek bîrhatinan kir, wî di beşeka axaftina xwe de go: “Li wê demê jî weke îro bi tenê PDKê bi piştgirîya dewleta Tirk êrîşî me dikir”.

Wexta min ev yêk xwendî, matmayî mam û gotina Kurdewarî ya ku dibêje: “Bê nan û xwê yan bê extubar” li bîra min hat.

Ebbas efendî bila her kes vê gotinê bibêje tenê hûn nebin, li wê demê ez li wir bûm û hûn jî, me nan û av bi hevre xwarî ye, tê bîra te wexta ku te nedizanî bi Kurdî bi axivî û min ji te re di go “heval çima tu bi Kurdî napeyvî û wergêrî axaftina min ji boy te wergerandî û te bi Tirkî go manê ez neKurdim ez Tirkim û tu hêjan zarokî û tu ji siyasetê tu tiştekî fêm nakî”. Ev axaftina te libîra mine û bi bawerim hêjan li bîra te jî maye.

Dev ji zimanê Kurdî berde Ebbas, qey ma te şelwalê xwe jî ji bîr kir wexta ku te bêy doxîn daye ser lingên xwe û dewam di ket erdê û tu neçar mayî qawîşê li ser şelwalê girêdey, heya ku min doxîn ji ter anî.

Belê tû û serkirdatîya partiya xwe baş dizanin li wê demê ango sala 1983an wexta Israîlê êrîşî Libnanê kirî û hejmareke endamên partiya te hatine kuştin û birîndar ketîn û jiyana Ocalan ketiye di xeteriyê de û lerizk ketiyê û piştre wexta hinek ji endamên we bi dîl ketin dest Israîlê de, Evdilla tenê fikir li reviyanê kirî û we ew reviyana wî weke berxwedan pênase kir, baştirîn fikra ku ji boy Evdel çêbûy ew bû ku têklîyan bi Iranê re çêbike û Iran bibe baştirîn penageh ji boy wî ji ber ku Iran li dijî Israîlê ye, ew bû her di zû de Evdel du kes bi navê “Mihemed Qeresengur û Egît” bi balafireka Sûrî ji Şamê şandin Tehranê, armanc ji şandina wan ev bû:

Armanca yekê: Avakirina têklîyan bi dewleta Iranê re.

Armanca duyemîn: Avakirna têklîyan bi PDKê re.

Evan kesan karî van du armancan pêkbînin û ew têklî çêbûn û li wê demê heya roja me ya îro jî Cemîl Bayîk van têklîyan birêve dibe.

Li adara 1983an PDKe razîbû ku baskê we yê leşkirî li Başûrê Kurdistanê xwe bi rêxistin bike û PDKê biryar da bi her awayekî alîkarî ji we re bê kirin locistî û leşkirî, tu baş dizanî ku hûn bi xêra PDKê û Pêşmergê Kurdistanê fêrî şerê Gerîlatiyê bûn. Tu baş dizanî piştî wê peymanê, Ocalan biryara şandina hêzeke Gerîla bi serperiştya “Kalkan, Silêman û Terzî Cemal” ku hûn hemû endamên komîta navendî bûn, axayê Ebbas li bîra te ye berya hûn xwe bi rêxistin bikin, Evdelî civînek bi we kir û ev axaftin ji we re go: “Baş bizanin û xwe gêl nekin, ev peymana me ya bi PDKê re ji neçarî ye û ji ber vê ev peyman wê demkî be, heya wê dema em cîh dibin, pêwîste li ser we hûn pir di şiyar bin û nekivin jêr bandora mala Barzan, ji ber ku mala Barzan û PDKe hêzeke şiyar û xwedî tecrûbe û fêlbaze û pîlangere”.

Bawerim ev axaftina Evdelî hêjan di hişê te de ye û hêjan mîna zengila dewaran dengê wê di mejîkê te de ye, li xwe bi nerin ji wê demê û hêjan jî hûn eynî tiştin, pir xedarin.

Dûran kalkan ma ji bîra te çû li wê demê we li bin sîbera PDKê û bi piştgirîya PDKê bi vî awayê xwe dabeş kir:

Dûran kalkan mate hêza xwe li Zapê nedana ?

Ma li bîrate nîne ji sala 1983an heya 14/5/1984an we yêk fîşek jî neteqand.

Dûran bi tenê pirsekî min ji te heye: “Qey li wê demê Ibrahîm Aydin ji boy çi serdana we kirbû?”

Pustên heman beş