Li bajarê Kocaeliyê pênç endamên HDPê bi tohmeta bangeşekirina PKKyê hatin zindanîkirin.
Roja Sêşemê 15ê Tebaxê hêzên ewlehiyê li bajarokê Gebzeyê yê ser bi Kocaeliyê li dijî endam û rêveberê HDPê operasyon kiribûn û avêtibû ser malan.
Di operasyonê de pênç endamên HDPê hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsînê jî hatin dadgehkirin.
Dadgeha Kocaeliyê bi tohmeta bangeşekirina PKKê biryara zindanîkirina wan her pêncan da.