Wezîrê Îstixbarata Îranê: Me çend kes bi tawana sîxuriya ji bo welatên rojavayî îdam kirin

Seîd Îsmaîl Xetîb

Wezîrê Îstixbarata Îranê dibêje, çend kes bi tawana sîxurîya ji bo Ewropa û Brîtanya hatine girtin û cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Wezîrê Îstixbarata Îranê Seîd Îsmaîl Xetîb ragihand ku wan sîxurên Swêd, Brîtanya, Fransa û çend welatên din girtine.

“Hinek ji wan kesên ku bi tometa sîxuriyê ji bo welatên Ewropayê hatine girtin, bi îdamê hatine mehkûmkirin”.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di serdema Şoreşa Zînê de bi dehan kes bi tometa sîxurî ji bo Amerîka û welatên rojava hatine girtin û li gor medyayên farisî yên derveyî Îranê, tenê di îsal de rejîma Îslamî ya Îranê herî kêm 354 kes bi îdamê mehkûm kiriye.

Keça Kurd (Zîna Emînî) roja 13’ê Îlona 2022’an ji aliyê polîsên Ewlehiya Civakî ya Tehranê ve, bi sedema ku serê xwe negirtibû, hat girtin û piştî 3 rojan termê wê radestî malbata wê hat kirin. Kuştina Zîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve bû sedema bertekên navxweyî û cîhanî û xwepêşandan û xwepêşandan bi mehan li piraniya bajar û bajarokên Îranê berdewam bûn.

Pustên heman beş