Ji ber agir tengava Çanakkaleyê ji hatinûçûna keştiyan re hate girtin

Ji ber agir tengava Çanakkaleyê ji hatinûçûna keştiyan re hate girtin

Ji ber agirê li Çanakkaleyê ku ev sê roj in berdewam e tengava Çanakkaleyê ji hatinûçûna keştiyan re hate girtin.

Ji roja Sêşemê ve agireka mezin li daristanên bajarê Çanakkaleyê yê Tirkiyeyê ketiye û hêzên agirkûjiyê heta niha jî digel hemû hewlan nekarîne êgir vemirînin.

Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli eşkere dike, 8 balafir. 30 helîkopter, 790 barhilgirên agirkûjiyê û makîneyên kar û zêdetir 3 hezar karmendên agirkûjiyê beşdarê xebatên vemirandina êgir dibin.

Wezîr herwiha da zanîn, heta niha 11 gund di çarçoveya rêkaran de hatine valakirin.

Ji alîkî din ve Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Peravan ragihand, ji bo ku balafir û helîkopter di vemirandina êgir de bikaribin bi awayekî ewle ji deryayê av hildin, tengeava Çanakkaleyê ji hatinûçûna keştiyan re hatiye girtin.

Pustên heman beş