” Koletiya Psîkolojîk”

” Koletiya Psîkolojîk”

Kongreya HDPê çêbû û wek ku li pîşiya Kongreyê hatî dîzayn kirin hevserokên HDPê hatin guhertin. Cardin jinek Tirk bû hevserok ji bo wek çavder be li ser siyaseta ku HDP bike.

Gelek medya Kurdî (ji derê medya PKKê) yên ku hemd yan jî bê hemdê xwe zanebûn yan jî ji xeşîmiya xwe pişgiriya siyaseta HDPê yanî ya PKKê dikin, destpêkirin li ser rewşa HDPê dest nirxandina kirin û hewl dan û didin ku cardin meşrutiyeta HDPê di nav Kurdan de bidin qebûl kirin.

Gelo ev evîniya PKKê ya ku ji aliyê PKKliyên şermok ve tê kirin dê ji civata Kurd re çewe bê îzah kirin. Herkes dîroka damezirandina HDPê dizanê. Di dema kaşo”Pêvajoya Çareseriyê ” de, Wezîrê Dewletê û koardinatorê hukumetê ji bo vê pêvajoyê Beşîr Atalay di kanala hukumetê TRTê de vekirê da xûyakirin ku, HDP ji bo pêwîstiya vê “pêvajoya Çareseriyê” hatiye damezirandin û ji aliyê Dezgehê Îstibarata Tirkiye MIT û Îmralive hatiye damezirandin. Heta wek vê gavê jî kesekî ji PKKê ev gotina Atalay derew dernexistiye. Herweha evîna Ocalan ya serokê MITê yê wê demê tê zanîn û Ocalan bi çend gotarên xwe de gelekî wesfê Fidan dide.

HDP niha erka xwe temam kiriye û yan ji aliyê dewletêve tê girtin yan jî ew bi xwe dawî li jiyana HDPê tînin. HDPê niha bi vê kongreyê biryar da ku dawî li jiyana xwe ya siyasî bîne û tevlî Partiya Çep a Kesk bibe. Heta Partiya çep jî niha hewldide ku, formilekî bibîne û navê xwe biguherê da ku kirasekî li vê aloziya ku dijîn bike.

Gerek ew aliyên ku pişgiriya HDPê bi awayek şermok dikin jî baş têbigihin ku, HDP hemû dezgeh û partiyên ku PKKê ve girêdayî, ne xwedî îradene û ne nawenda biryarêne. Tu cara partiyek girêdayê siyaseta PKKê yên ku li Tirkiye yasayîne ji berî her tiştekî mecbûrin li aliyekî Tirkan di nava hevpeymaniyekî de bin. HDP her tim piranî ji aliyî çepên Tirkên Kemalistve hatiye rêvebirin . Hevserokê HDPê hemûyan jî propaganda Kemalizmê kirine.

Partiyên siyaseta PKKê ve girêdayî bi tenê mercekî dikarin ber bi xetek netewî ve herin û ji Kurdan re bibin mal. Ew jî ewe ku, wesayeta PKKê red bikin, bi îarada xwe siyasetê bikin û ji bo rastiya xwe nawenda biryarê bibin ew bi xwe. Wek din tu carî nikarin bibin aliyek Kurdewar û ji bo Kurda siyasetê nakin.

Ka li parlementerên Partiya Çep a Kesk binêrin. Kîne û çine? dê hingê behtir rastiya heyî bê tê gihandin.

Gelo mirov dikare aliyek ku, dijminatiya mirov bike biparêze. Ev evîniya HDPê taybetî li başûrê Kurdistanê nayê fam kirin. Gelo ev yek ji bo medya başûr ku propagandeya siyaseta PKKê bi rêya HDPê û dezgehên din ku PKKê ve girêdayêne dike ne qelsiyek e. Herweha gelek siyasetmedarên başûr ku pişgiriyê bi navê Kurdbûnê didin HDPê ne di nava kompleksekî xirab den e? Mixabin taybetî li başûr beşek ji medya li gel hinek karmendên xwe û beşek siyasetmedar , “Sendrom a Stockhol” dijîn.

Ew rastiya PKKê baş dizanin lê bi zanebûn vê yekê dikin..

Sendroma Stockholmê Çiye:

Sendroma Stockholmê bûye diyardeyeke bi navûdeng a cîhanê, ku tê wê maneyê ku kesên dîl tên girtin bi sûcdaran re sempatiyê dikin navbera wan û sucdaran de girêdanek hissî jî peyda dibe. Ev yek wekî koletiya psîkolojîk tê pênase kirin.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş