Ebû Xewle yê fermandarê HSD’ê kîye û çima HSD’ê ew desteser kiriye?

Ebû Xewle yê fermandarê HSD’ê kîye û çima HSD’ê ew desteser kiriye?

Ebû Xewle yek ji berpirsyarên Ereb yên HSD’ê ye, ew ji eşîra Şehêdata ye, eşîra Şehêdata li derdora bakûrê Dêrezorê û li ser sînorê Iraqê cîh digrin, devera ev Eşîre lê bi cîh bûye bîrên neftê lê hene û endamên vê Eşîrê bi qaçaxçîtiya ser sînorî ve mijûlin.

Ev eşîr sunnî mezheb in û bi Hizba Behsa Sedam ve girêdayî ne, ev eşîr li ser dizîya neftê û qaçaxçîtiyê di nav hev de bi nakok bûn.

Piştî ku DAIŞ kete deverê beşek ji vê eşrê xwe da pal DAIŞê û bûne sebeb ku DAIŞ êrişî terefê din bike, li gor agahiya, DAIŞê gelek kes ji wan kuştin, ev alî mecbûrman xwe bispêrin YPG-PYDê.

Piştî vê êrişê, wexta QSDe hatî damezrandin, PKKê hêzek ji vê eşîretê çêkir û bûn beşek ji QSDê, ev Abu Xewle bo berpirsyarê leşkerî û di Koordînasyona operasyona Dêrezorê de hat bicî kirin.

Ji berêda xelkê deverê ji Abu Xewle re hez nedikir, kar û emelê wî di qedîm de çetetî, xelk şelandin û qaçaxçîtiya mirova bû.

Ev taybetmendiyên Abu Xewle, hişt ku PKKe têkilîyê li gel vî çeteyî pêş bêxe û ev eşîra wîya çete jî bikin hêz û bikin beşek ji QSDê, û Abu Xewla jî bikin berpirs. Lê piştî ku keftin nava QSDê de jî dev ji çetetiya xwe berneda.

Abu Xewla û çetên xwe gellek tiştê ne di rêda û bê exlaq kirin. Wextê operasyona bi hevpeymaniya li dijî DAIŞê ra li Dêrezorê dest pê kirin, Abu Xewla di kurdînasyona wê operasyonê de cî di girt, jiberku bi xwe xelkê deverê bû û ew dever nas dikir.

Şerê li gel DAIŞê bû sebeb ku gellek xelkê sivîl dev ji mal û gundên xwe berdin û birevin bo herêma rojava û sînorê Tirkiyê, lê Abu Xewla û çetên xwe ku hevalên PKKêyên sadiq bûn, di wan çolan de gelek ew aware û penaber şelandin û zêr û perên wan jê distandin û destdirêjî jî li ser namûsa jinan dikirin, û ew xelkê girêdayî DAIŞê yên ku ji Iraqê û Sûriyê hatibûn, Abu Xewla bi alîkariya endamên îstixbarata PKK-PYD, QSD, asayîş û YPG di birin ser sînorê Tirkiyê û pereyekî zêde ji wan distandin û teslîmî tirkan dikirin, tirka jî ew di kirin çetên xwe û di birin li Efrînê bi cîh di kirin.

Ev kiryarên bê exlaqaneyên Abu Xewla û çetên wî di kirin, ji aliyê berpirsên PKKê wek Şahîn Cîlo (Mazlûm Ebdî) Sabrî Ok, Sofî Nuredîn ve di hatin parastin û deng lê ne di hat kirin.

Gellek kadroyên PKKê jî, ji Abu Xewle yê çete ku bi eşîreta xweve bi dîn dujminê kurdane ne razî û aciz bûn, heta hat astekî wusa ku kadroyekî PKKê li kampa Erîşea ser bi Şedadê vê Abu Xewle li ser sûç girt û demance kir serê wî ra, lê kesên li dewr û ber ketin navberê de û nehiştin ev kadroyê PKKê Abu Xewle ceza bike, lê belê, rê li Abu Xewle girtin û ew deste ser kir. Lê rêveberiya PKKê mudaxele kir û gotin ew berpirsekî QSDêye çi jî kiribe na be ti kes destê xwe dirêjî ser wî bike û hetta ku kadro jî nikarin têkil bibin, û ew dane berdanê û careke din şandin ser karê wî. Abu Xewlayê qehremanê PKKê aha ev çeteyê dize.

Yên wek Abu Xewle û eşîra wî û ew Erebên wa herêma bi rêka Beisê, nijadperestiya rejêmên Beis a Seddam baş di nav xwe de tanzîm kiriye.

Di êrîşa komkujiya li saha fotbolê ya li sala 2004ê li Qamişloyê li ser kurda hatî kirin, destê çetê wekî Abu Xewla û eşîreta wî têda bû, Gellê me yê rojava jî vê yêkê baş dizane.

Dîsa ew Abu Xewle û Çetên xwe di gotin em mecbûrin li gel kurda peywendiyê çêbikin, ji bo ku em tola xwe li DAIŞê û hevalbendên wê vekin, yanî eşkere di gotin tifaqa meya ligel Kurda ne stratejî ye belku demkîye, me ti ca ji Kurda re hez ne kiriye, em qebûl nakin ku kurd herêmek serbixwe yan jî otonomî çê bikin, ji bo vê çendê jî PKKê garantiya çênekirina devereke kurd bi çetê wek Abu Xewle û eşîr û şêxên Ereba bi giştî daye û ew piştrast kirine ku armanca wan li ser esasê Sûriye yeke yêk girtî a li ser fikir û ramanê Apo ye ku pêkve jîneke li gel Erba ye, ji xwe diyar dibe PKKê soza xwe bi cîh aniye, û navê Rojavayê Kurdistanê kir bakurê Rojhilatê Sûriyê navê Kurdistanê li ser Rojava rakir.

Di vê derê de diyar dibe ku PKKe eşîr û hêzên kurd ji xwe ra xeter dibîne û nahêle ku kurdê ji dervey PKKê di rêveberiya Rojava de cî bigre, PKK-PYD eşîr û çeteyên wek Abu Xewle yê Beisî û Seddamî tercîh kirine, ku vê gavê hejmara hêzên YPG-QSDê û asayîşê jî 85% xwe Erebin. Û bi vê rêyê kurd di Rojava de kêm kirin û ereb li bajarên Kurda bicî bûn.

Tevî van karên bêexlaqane û dûr ji mirovatiyê yên Ebû Xewle û desteka wî, lê ti caran PKK’ê hewla sizadana wî neda, berevajî bi qasî ji dest PKK’ê dihat rêya Ebû Xewle û çeteyên wî vedikir û di berjewendiya PKK’ê de bikar tînan, ev hemû nebûn sedem ku ji bo carekî jî be PKK’e Ebû Xewle bi awayekî fermî desteser bike, tevî ku bûbû xeteriyek mezin li ser gelê rojava, lê niha piştî ku Ebû Xewle bûye xeterî li ser berjewendiyên PKK’ê û hewla dirustkirina hêzeke serbixwe di nava eşîreta xwe de dayî, PKK’ê ew bi xeterî dît û ew desteser kir.

Pustên heman beş