Li 14 herêmên Şirnexê qedexe hate ragihandin

Li 14 herêmên Şirnexê qedexe hate ragihandin

14 herêmên Şirnexê bo cara duyem ji çûnûhatinê re bo heyama 15 rojan hate qedexekirin.

14 herêmên girêdayî bajarokên Cizîr, Silopî, Qileban, Basa û Beytûşebapê yên bi ser bajarê Şirnexê bi hinceta parastina ewlehiyê, bo cara duyem ji çûnûhatinê re hate qedexekirin.

Dema qedexeyê îro destpê dike û heta 15 rojan berdewam dibe.

Parêzgeha Şirnexê di 1ê Gulanê de jî li heman herêman qedexeya çûnûhatinê ji bo dema 15 rojan ragihandibû.

Pustên heman beş