“CHP dixwaze têkiliyên xwe yên bi HDPê re berfireh bike”

“CHP dixwaze têkiliyên xwe yên bi HDPê re berfireh bike”

Hat îdiakirin ku di hilbijartinên şeradariyan yên sala bê de, CHP û HDP dê tifaqê bikin û bi lîsteyên hevpar dikarin bikevin hilbijartinê.

Li ser bernameya Xetên Navxweyî ku di TVnetê de zindî tê weşandin de mamustayê Zanîngeha Stenbolê û Nivîskara Rojnameya Star Doç. Dr. Mehmet Yalçin Yilmaz got, “Li gorî min CHP jî li pey berfirehkirina têkiliyên xwe yên bi HDP’ê re ye.”

Rojnemevan dibêje: HDP bawer dike ku, tu cara li dewsa şeradarên ku ji CHPê bêne hilbijartin Kayum nayê tayin kirin. Ji bo vê yekê jî mmimkine li gelek bajaran HDP berbijêrên xwe di bin navê CHPê de destnîşan bike û welê bikeve hilbijartina. Herweha rojnemavan dibêje ku, ev hevkariya navbera CHPê û HDPê de ji hinek aliyan tê guhê me.

Pustên heman beş