We ji bo çi deng dan Kiliçdaroglu?

We ji bo çi deng dan Kiliçdaroglu?

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, ji bo hilbijartinên 28’ê Gulanê bi gelek partiyan re tifaq çêkir, bi şikestinekê ji hilbijartinê derket. Her çend hilbijartin qediya jî lê dîsan gotubêjên vê têkçûnê berdewam dikin. Dema ku Kiliçdaroglu di nava partiyê de bi bangên îstifayê re rû bi rû ye, hevkarên îttîfaqê yên wek Meral Akşener di axaftinên xwe de serokê CHP’ê dikin armanc û wî bi tundî rexne dikin. Bi taybetî jî gotina Serokê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag ku gotibû bi Kiliçdaroglû re protokoleke veşartî îmze kirine û ji aliyê Serokê Giştî yê CHP’ê ve hatiye qebûlkirin, rastî bertekên mezin hat.

Ozdag dabû xûyakirin ku, “ji bo 3 wezaretan peymaneke nivîskî îmze kirin” ji bo Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî jî bi devkî li hev kirine. Ozdag rojek berê ragihandibû ku Kiliçdaroglu di heyama hilbijartinê de 2 wezaretên din jî “soz” daye. Ozdag got, “Soza Wezareta Çand û Tûrîzmê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî jî hat dayîn. Lê me li ser van metneke nivîskî li hev nekir.”

Piştî van daxuyaniyan ji aliyê baskê HDP’ê yê ku piştgirî da Kiliçdaroglu jî bertek hat. Parlamentera Erziromê Beştaş bertek nîşanî ku Kiliçdaroglu bi Ûmît Ozdag re protokola veşartî çêkir û ji bo hin wezaretan soz da, wiha got: “Ma ji bo ku Ûmît Ozdag bibe wezîr me dengê xwe da Kiliçdaroglu?

Niha pirsik vekirî ji HDP/PÇKê tê kirin.

Başe we ji bo çi dengê xwe da Kiliçdaroglu?

We yan jî nawenda we ya biryarê çi protokola weşartî li gel Kiliçdarolu çêkirîbû?

Heta wek vê gavê jî ne serokatiya HDPê û ne jî kesek ji HDPê nizane protokola navbera Qendîl û CHPê de çibû. Niha piştî hinek tişt eşkere dibe, bertek bê feydeye û durûtiyek siyasiye.

Pustên heman beş