Îrada Kurdistanê dikare Kerkûkê biparêze, lê metirsiyek jî heye!

Îrada Kurdistanê dikare Kerkûkê biparêze, lê metirsiyek jî heye!

Kerkûk dişewite, ji bo li himber êrîşên nijadperestên ereb ciwanên Kurd singa kirin mertal û 4 ciwan şehîd bûn. Desthilata hukumeta herêma Kurdistanê bûyerên Kerkûkê bi tundî şermezar dike û ji bo rewşa xirab li Kerkûkê heyî helwestên xwe bi zelalî didin diyarkirin. Ev yek jî delîleke ku, dema biqewime Kurd dikarin dest bidin hev û destkeftiyên xwe biparêzin.

Medya Kurdî gav bi gav nûçeyên bûyerên Kerkûkê didin. berpirsên partî û rêxistinên Kurda daxûyaniya didin û , gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd bi yek dengî dibêjin “Kerkûk Kurdistane” û divê bê parastin. Piştî referanduma 2017ê mixabin hinek hêzan Kerkûk radestî hukumeta Iraqê yên ku niha Kurdan dikujin û hewldidin kerkûkê ji Kurda pakij bikin kirin. Îro sedema aloziyên Kerkûkê ew helwesta wan hêzên Kurd de.

Hilbijartinên herîmê nêzik dibin, bi vegera PDKê ya Kerkûkjê cardin tirs ket zikê nijadperestên ereb de. Ji bo vê jî dest provakasyona kirin û dixwazin cardin rewşa ewlehiya Kerkûkê têkbidin.

Li gora daxûyaniya desthilatiya Kurdistanê dixweyê vê carê leyiztika nijadperestên ereb sernakeve û dema pêwist be, Kurd dikarin xwe biparêzin û ev îrada Kurda li başûrê Kurdistanê heye.

Ji xwe dixweyê ku serokê herêma Kurdistanê gelek vekirî bi awayek fermî bala serokwezîrê Iraqê kişandiye. Herweha biryara Kurdistanê bi zelelî daye xûyakirin.

Di van bûyeran de tiştek gelek balkêş heye ku, di medya PKKê de heta vê gavê di derbarî bûyerên Kerkûkê de yek nûçe tuneye. Medya PKKê ku, dema mêşek difire dikare bi hezarên nûçeya li ser çibike, û sedena derewan belav bike. Lê di derbarê Kerkûkê de bê deng e. Gelek vekirî ye ku PKK hêja helwesta xwe ya piştî referanduma 2017ê ya radestkirina Kerkûke ji bo hukumeta Iraqê berdewam dike.

Yanî cardin PKK bi hêzên xwe li Kerkûkê dikare li dijê hêzên Kurdistanê li tenişta hêzên Iraqê û Heşda Şeibî bisekine.

Her aliyê siyasî ku pişgiriya Kerkûkê dike û dibêje “Kerkûk Kurdistane” divê vê metirsiya PKKê li ser Kerkûkê bibîne û bibe xwedî helwest. Wek din tenê bi slogana xwedî lê derketina Kerkûkê nabe.

“Kerkûk Kurdistane” û “Kerkûk dilê Kurdistanê ye”. Cardin bi tekrar, îro ew îrade û hêza Kurda ya ku Kerkûkê biparêze heye. Dema pêwist ev yek bi rêyên meşrû tê kirin.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş