Erdogan û Putin rêkeftina hinardekirina dexlûdan û çend mijarên din gotûbêj kirin

Erdogan û Putin rêkeftina hinardekirina dexlûdan û çend mijarên din gotûbêj kirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana bajarê Soçiyê yê Rûsyayê kir û ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hevdîtin kirin û piştî civînê, konferanseke rojnamevanî ya hevbeş encam dan.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin Teşebusa Dexilûdan a Derya Reş bê domandin û got: “Em bi biryar in ku li herêma me xebatên xwe yên ji bo aştiya mayînde, îstiqrar û refahê bidomînin. Em bawer dikin ku divê kêmasî bên temamkirin û hewldan bê domandin.”

Erdogan got: “Divê Ukrayna li ser mijara gavên hevpar ên bi Rûsyayê re tevgerên xwe nerm bike. Putin got ‘Ji bo ku ji welatên feqîr re milyonek ton dexlûdan bê şandin me xebatên lojîstîk kirin’. Me jî got ‘Wek Tirkiye çi dikeve li ser milê me, em amade ne. Li ser mijara dexlûdan wek ard ji welatên Efrîqayê re bê şandin Rûsya, Tirkiye û Qeter wê gavê biavêjin û ez hêvî dikim em jî li cem van welatan cih bigirin.”

Serokomarê Tirkiyê ji bo pakêta pêşniyaza hevpar a ji bo şandina dexlûdan a ligel NYyê hat amadekirin jî got: “Ez bawer im wekî Tirkiye emê bigihîjin çareseriya ku dê bendewariyan cîbicî bike.”

Erdogan her wisa ji bo şerê Rûsya-Ukrayna jî diyar kir: “Me berê di navbera aliyan da mazûvaniya mizakereyên rasterast kir. Di vê mijarê da wekî her carê em amade ne çi bikeve ser milê me, em bikin.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn jî di axaftina xwe de li ser mijara korîdora dexlûdan de got: “Partnerên me yên rojavayî em xapandin. Bira di nava çend rojan da soz bên bicihanîn, emê jî ji bo domandina korîdora dexil, hewildanên xwe bidomînin. Em dixwazin korîdora dexlê vejînin, emê vê bikin. Emê bi şertekî bikin. Em dixwazin berhemên me yên çandiniyê jî bêasteng derkevin ser behrê.”

Putin li ser projeya li Tirkiyeyê navenda gaza siruştî da jî got, “Gazpromê nexşerê pêşkêşî BOTAŞê kir, di dorê da damezirandina koma xebata hevpar heye. Rûsya di mijara xaza sirûştî da her tim wê bibe şirîkê herî mezin û berpirsyar yê Tirkiyeyê. Em dikarin bibêjin ku emê xaza siruştî sewqî welatên sêyemîn bikin.”

Pustên heman beş