Dijminê gelê kurd ê sereke PKK ye!!!

Dijminê gelê kurd ê sereke PKK ye!!!

Bûbê Eser

Hin caran wêneyek an nivîsek dibe bersîv an rûreşkirina gelek pirs û bersîvan. Di hin nivîs û wêneyan de jî mirov bê bextî, rûreşî û kurdên nokerê dijminê gelê kurd dibîne û dixwîne.

Çi demê rewşa başûrê Kurdistanê berbi aramî û gavên serxwebûnê têne avêtin, PKK jî bi hemî îmkanên xwe li dij wan radiweste. Bi hemî medya ye ku Yalçin Kûçikê mamostê serokê wan Evdila ji wan re amade kirîye li hember Barzaniyan bi kar tînin.

Armanc û hedefa PKK ew e ku dê çawa û bi çi rû û olaxan Barzaniyên ku her çar dagirkeran nikarîbûn wan têk bibin, kar dikin. Kar dikin ji ber ku li hember dagirkeran tenha Barzanî mane û ew li ser nigên xwe ne û ji bona gelê xwe di nava kar û xebatê de ne.

Li gor rê û rêbaza Barzaniyê nemir, bi hêz û qaweta Pêşmêrgeyên qehreman, li gor nerîn û ditînên serok Mesud Barzanî Kurd bûne xwedî perçek Kurdistana azad. Lê ev azadî bûye kelemê ber çavên dagirker û pêgirtin wan.

Em baş dizanin ku dagirkerên me tim li gel hev xebitîne û dixebitin ku dê çawa Barzaniyan tune bikin. Ji ber ku wan fêm kirine Barzanî bûye Kurdistan, loma dixwazin wê Kurdistana ku Barzanî diparên tune bikin. Lê di dem û dewrana niha de, nikarin Barzaniyan rast rast li ser destê xwe tune bikin. Ji bona wê jî hin partî û tevgerên li ser navê kurdan, lê ya wan bi xwe ye damezrandin da ku li ser destê wan şerê kurdan û Barzaniiyan bikin.

Dagirkeran PKK damezrandin û berra pêxîla kurdan da ku wan tar û mar bike. Li bakurê Kurdistanê bi ser ketin. Rojava xistine çi xalê diyar e. Niha tenha di destê wan de azadiya başûrê kurdistanê maye ku wê jî têk bibin. Kurdan êdî li gor xwe dizayn ango weke ew dixwazin bikin. Di eslê xwe de armanca dagirkeran û pêgirtên wan Kurd û Kurdistan e, lê ji bona hin bêaqilên endamên xwe û hin kurdan bixapînin xwe tenê weke li dij Barzaniyan e rê didin.

Kurdno divê hûn jî êdî şiyar bin û bizanibin ku armanc û hedefa PKK tunebûna gelê kurd û Barzanî ya ne. Heger di rojên weha dijwar de kurd xwe nedin dora Barzaniyan, heger hemî kurd li gel partî û tevgerên xwe ji Barzaniyan re nebin piştgir, hûne bizanbin ku wê ew perçê azad têk here û piştî wê jî dê êdî kurd weke kurd nemîne.

Niha PKK li gel hemî dem û dezgehên xwe, di medya xwe de, di radyo û televizyonên xwe yên ku bi destê dewletê ji wan re hatine damezrandin, dest bi propaganda li dij Barzaniyên ku ev sed salên dagirkeran nikarîbûn zora bibin, dikin.

Helbet dijmin ango dagirkerên me karê xwe dikin. Ji bona Kurdistan azad nebe û nebe dewlet çi ji wan tê li gel xulamokên xwe, li gel partiyên ku wan li ser navê kurdan damezrandin şerê Barzaniyan ku di eslê xwe de şerê kurdan dikin.

Heta derekê em vê fêm dikin. Lê ya nayê fêmkirin ew e ku li hember van propagandên PKKê, wan tevger û partiyên ku dêbêjin em neteweyî ne, bê deng in. Wan kes û sexsên sibê heta êvarî karê wan rexnekirina desthilata başûrê Kurdistanê û Barzaniyan e, li hember vê propaganda PKK bê deng in.

Ya girîng jî ew e ku hin partiyên ji xwe re bêje ez Kurdistanî me û li gel PKK protokolên bi hevre karkirinê îmze kirine û dikin û li hember van tehdîtên wan bêdeng in. Hûn bizanibin ku êdî bi eşkereyî diyar dibe ku ew jî hevkarên van tehdîtên PKK ne. Yanî Kurdistanîbûna wan heta ku berjewendiya wan diqedi ye…Hin partiyên ku 40-50 salan li dij PKK bû û niha ji ber hin berjewediyên sexsî ketiye vî halî, heyf û gunehe…Ji ber ku êdî hevkarê wan niha PKK ye û PKK jî bi hemî hêz û qaweta xwe li dij doza kurd e.

Ji ber vê ez vekirî dibêjim: Ew sexs û partiyên alîkarî an piştgiriya PKK dikin, ewên li hember hemî kiryar, bûyer û propagandin wan î li dij Kurdistanê û Barzaniyan bê dengin, hûn bizanibin ew jî avê dikşîne ser aşê PKK da ku hemî kurdan baş bihêre.

Kurdno vê yekê baş bizanibin heger başûrê kurdistanê têk here û Barzanî nemînin êdî kurd jî namîne. Hebûna kurdan ya îro, bi parastina başûrê kurdistanê û xwedî li Barzanîyan derketandinê de ye. Ji bilî vê tu rêyên din tune ye. Êdî kî çawa van bûyerana dixwîne û dibîne, kî êdî li hember van bêdeng bin, ev bi zanetî an nezanî alîkar û piştgirê PKK ne.

Pustên heman beş