Erdheja Mexribê: Hejmara mirîyan gihîşt 632 kesan

morocco-earthquake

Medya fermî a dewleta Mexribê ragihand ku di erdheja îro de heya niha hejmara mirîyan gihîştîye 632 kesan.

Îro roja şemî 9/9/2023 erdhejek bi hêza 7.2 li welatî Mexribê çêbû, bi sedan kes mirine û birîndar bûne.

Medya Mexribê ji wezareta nawxo a wî welatî veguhest ku heya niha 632 kes tespît bû ku jiyana xwe ji dest da ne û 329 jî birîndar bûne.

Peymangeha ciyolocî a Mexribê jî ragihand, hêza erdehejê 7.2 Pileyên Rêxter bû û bi bihêztirîn erdheja sedsala rabûrî tê hesab kirin.

Navenda ciyolocî a Amerîkî jî derbarê wê de got ku kûratîya erdhejê 18.5 km û li bajarê Fasê pêkhatîye.

Pustên heman beş