Îbrahîm Akin: Sedema bingehîn a qeyrana aboriyê ya li Tirkiyê çaresernekirina pirsa Kurdî ye

Îbrahîm Akin: Sedema bingehîn a qeyrana aboriyê ya li Tirkiyê çaresernekirina pirsa Kurdî ye

Partiya Çep a Kesk radigihîne, sedema bingehîn a qeyrana aboriyê ya li Tirkiyê çaresernekirina pirsa Kurdî ye.

Partiya Çep a Kesk konferansa xwe ya mezin li Navenda Çandê ya Nazim a Enqereyê li dar dixe. Hevberdevkên Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akîn axaftina vekirinê ya konferansê kirin.

Îbrahîm Akin di gotara xwe diyar dike, çaresernekirina pirsa Kurdî û şikestina pêvajoya aştiyê bûye sedema qeyraneke giran a aboriya Tirkiyeyê. Ev rewş jî zerereke mezin gihandiye têkoşîna azadî wekheviyê.

Got jî: Niha jî yek ji aliyên pêvajoya çareseriyê di doza Kobaniyê de tê dadgehkirin. Herçend berpirsên hikûmetê jî aliyê Pêvajoya Çareseriyê bûn, lê aliyê ku tê dadgehkirin tenê HDPyî ne.

Îbrahîm Akin destnîşan kir jî, welatiyên Tirkiyê ji ber vê qeyrana aboriyê de dinalin û baca vê qeyranê didin.

Pustên heman beş