P*K*Kê nasnameya 3 çekdarên xwe aşkere kir

PKK-Gerila-hpg-yrk-npg-kck-turkey-kurdistan-info

Rêxistina P*K*Kê nasnameya 3 çekdarên xwe aşkere kir yêk jê 5 salan berê li sînorê Mûşê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û ji nû ve rêxistinê mirina wî îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran rojên 13, 14 û 15/9/2023 nasnameya 3 çekdarên xwe yêk jê jin aşker kir ku li Başûrê û Bakurê Kurdistanê li salan 2018 û îsal 2023ê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

Yêk ji van çekdaran bi Elî Ekbaş tê nas kir ji Amed a Bakurê Kurdistanê ye, ew li sala 2018ê li sînorê Mûşê hat kuştin û P*K*Kê ji nû îro mirina wî îlan kir.

P*K*Kê di pesnê wan de dibêje ew fedayê Apo bin!.

P*K*Ke her roj nasnameya komên ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku li sal û mehên berê hatine kuştin û ji nû ve mirina wan îlan dike.

 

Pustên heman beş