Ne parlementerin pêlîstikên provakasyênê ne

Ne parlementerin pêlîstikên provakasyênê ne

Li ser navê nû yê HDP ê YSP ê 5 parlamenter weke ku karekî mezin kiribin, duh bi çend kesan çûn ber deriyê Silopiyayê hewl dan Kurdan li dijî Kurdan derxin.

Çalakî çalakiyeke bêbandor bû, çalakiyek bû ku nîşan da PKK êdî nikare li Botanê jî girse kom bike. Pêwîst e ji vî qûncikî ve lê were nêrîn. Lê mesele ne ev e, em dikarin di vê çalakiyê de şaneya penceşêrê ya nexweş a ku PKK ê di nava Kurdan de belav kiriye jî tespît bikin. Ew jî di nav kurdan de penceşêra dijberîye.

PKK weke erka xwe ya sereke provokasyona Kurdan li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çakî cih tîne. PKK di bin navê dijberîya PDK ê de hewl dide Kurdan li dijî destkeftiyên Kurdan ên li navenda Hewlêrê provoke bike.

Parlamenterên pêlîstik bi nîşekê bezîn Silopîya

Ji bo vê yekê jî PKK pêşî di medyaya xwe de nûçeyên derew derdixe, piştre jî van nûçeyan digihîne kadroyên siyasî û piştre jî girseyê li qadan seferber dike. Li her beşa ku vê çalakiyê organîze dike, koordînasyona PKK ê ya nepenî heye. Li Ewropayê bi navên KCDE, li Rojava TEWDEM û hwd.

Kadroyên PKK ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vê çalakiya organîze dikin. Rêveberên HDP-YSP ê, wekîl û rêveberên saziyan bi tilîlî dibazin qadan. Çalakiya Silopiya jî bi vî rengî bû. Bi fîtika PKK ê re “wekîlên gel” herikîn qadan. Vê carê jî 5 wekîlên bi navên Berdan Ozturk, Keskîn Bayindır, Salîha Aydenîz, Newroz Uysal, Sabahat Erdogan Sarîtaş şandin qadan. Ne wekî wekîl, wek pêlîstokên PKK ê daketin qadan.

Ji ber ku beriya hilbijartinê soz dabûn PKK ê, “Ew nûnerên PKK ê yên di nava YSP ê de ne. Dê li gorî nîşeya PKK ê tevbigerin. Ji xwe tu îradeya wan tune, ew rekdarên pêkanîna gotinên PKK ê ne. Salîha Aydenîz keseke ku ger hûn rê nîşa nedin rîya mala xwe nizane, wasfên wê yên sîyasî sifirin û tenê bi piştgirîya PKK ê di nava siyasetê de ye. Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan jî di rewşeke wiha de ye.

Keskin Bayindir kadroyek PKK ye ku beriya niha ji girtîgehê derketibû.

Di nav van pêleyîszkan de yê herî lewçe Berdan Ozturk e.

Berdan Ozturk divê pêşî gazî berpirsên xwe bike

Ji sala 2015 an ve wekîl e. Ew ne tenê parlamenter e, di qada siyasî de jî nûnerê PKK ê ye. Ji ber vê yekê di nava parlementerên li Silopiyayê daketin qadan de yê herî xeternak e. Mirovekî xwende ye, dizane çi dike, dizane ku ti êrîş li ser gerîla tune ye. Ew dizane ku ev hemî derew e. lê dîsa jî serkêşiyê ji vê komployê re dike. Ev ne cara yekem e jî. Berê jî çalakiyên bi vî rengî bi rê rêveberî kirî bû.

Berdan Oztirk kê hatî wazîfedarkirin, niha bêşerm şîretan li siyasetmedarên Başûr jî dike. Dibêje, “Mesrûr Barzanî ji Biden re nameyek nivîsî, bila rûyê xwe ji xelkê re bizivirîne.” Hey bêşermê filîte, heke tu welatparêz û jîr î, şîretan li rêxistina ku tu pêve girêdayî bike. Bibêje Cemîl Bayik tu li Silêmaniyê di kûşa Îranê de dimînî, te zarokên kurdan kirin milîsên Şîe, şerm e, rûyê xwe vegerîne xelkê. Erê, ger Berdan mirovekî wisa be, divê derkeve û vê bêje. Lê ne wisa ye. Ji ber vê yekê nikare bêje.

Siyaseta legal ya Tirkiyeyê di destê kê de ye?

Dewleta Tirk her roj li vir û wir Kurdan dikuje. Ji ber ku bi Kurdî diaxivin mirov tên kuştin, ji siyaseta legal a Kurd a ku PKK dimeşîne deng dernakeve. Ne DTK, ne HDP û ne jî YSP, kes serê xwe ji cihên xwe yên li Amed û Stenbolê dernaxe. Bang li Kurdan nakin ku li dijî dewleta Tirk bimeşin. Lê li dijî Herêma Kurdistanê banga meşê dikin.

Ev Bêşerm in. Di nava siyaseta legal a PKK ê de parçeyeke bi vî rengî ya rantxwer heye. Ew hemî li ser çîna navîn dijîn û bi balafirê diçin civînan. Li ciyên luks dixwen û vedixwen. Payre jî dayikên feqîr û kesên ji ber propagandaya wan bandor bûne dadikevin kolanan.

Ev grûpa rantxwer li ser xwîna ciwanên di xendekan de mirine û zarokên ku li çiyêe jiyana xwe ji dest dide dijîn. Li ser fermanên PKK ê êrişî navmala Kurdî dikin. Kurdê herî xeternak jî ev in. Ev nêçîrvanên berjewendîyê xwe ne.

Siyaseta PKK ê ya ku Kurdan li dijî Kurdan derdixe

Civaka kurd civakeke ku di nava xwe de nakoke. Lê kîjan eşîr, partî û kom bi hev re di nav nakokiyan de bû jî, gelê Kurd ev yek qed qebûl nekirîye. PKK di dîroka xwe ya nêzî 50 salî de div ê mijarê de serkeftîye: êdî ne tenê çîna jor, gel jî kirîye dijminê hev.

  Tişta ku PKK ê anî serê civaka Kurd ew bû ku Kurd dilsozê hev nebe.  PKK girseya xwe aniye rewşek wisa ku ger îro artêşa Îranê biketa Hewlêrê û qetlîamek bikira, wê girseya wê çepika xista û bigotana “Barzanî dimirin”. PKK ê girseya xwe aniye rewşeke wisa ku eger kesek Ala Kurdistanê bişewitîne dê li ber wê dîlan bigêrin. Di dîrokê de tu carî Kurd ewqas bi mirin û êşa hev şa nebûne ye. PKK di nava Kurdan de çanda dijminayî belav kir.

Tişta ku dijmin nekarî bike PKK ê kir. Têkiliyên hestiyar ên Kurd-Kurd qut kirin. yên ku ji vê sîyaseta PKK ê ya Kurd kirî dijminê kurd re bûne palpişt çi siyasetmedar, filan û bêvan, nivîskar û rewşenbîrên ku şirîkê vê siyasetê ne, di dîroka kurdan dê lanete li wan bibarîne.

Pustên heman beş