Kurdno ji listikên pkk yên nû haydar bin!!!

Kurdno ji listikên pkk yên nû haydar bin!!!

Bûbê Eser

Sinyal ango îşaretên ku wê provakasyonên mezin, li gor gotin û rê nîşandana dagirkeran û bi destê pkkhdp pêk bê, têne dîtin…

 Ji ber vê divê hemî kurdên ji xwe û welatê xwe hez dikin, şiyar bin û xwedî li hebûna xwe ango li başûrê Kurdustanê derkevin.

Lîstik mezin e ji ber ku pkk hemleyên xwe yên dawî dilîze ku başûrê kurdistanê nebe dewletek kurdî ya serbixwe.

PKK ji bona hêjayêyin kurdan û Kurdistaniyan têk bibe, hatiye damezrandim. Ne ku ez vê dibêjim. Evdila bi dehan caran gotiye ê nivîsî ye: “ Heta ez û pkk em hebin, wê Barzanî (mebesta wî kurd) nikaribe dewleta kurdî ava bike(AO)”.

Ji bona serketineke mayînde li bakurê Kurdistanê bi dest bikeve, divê herkes êdî xeta xwe ya sor bi xetên qalind ya di navbera xwe û pkkhdp de bikşînin. Ji bilî vê tu hezar partî û tevgerên nû ava bike jî, tê serketinê nebîne. Rêya serketinê xwe ji pkkhdp dûrxistinê re derbas dibe.

Li bakurê Kurdistanê heta tu û hûn bi eşkereyî û zelalî helwesta xwe ya li dijî pkkhdp diyar nekin, hûnê her ji çend salan carekê partiyeke nû ava bike, heta ku ew jî têk here.

Heger derd û êşa partî û tevgerên me azadiya bakurê Kurdistanê ye, rêya wê tenha helwest danîna li dij pkkhdpê re derbas dibe. Û xwedî li hêjayiyên Kurd û Kurdistanê derketandin û damezrandina eniyek neteweyî ye.

Êdî her tişt zelal û eşkereye ku pkkhdp çawa hatiye damezrandin û ji bona kê kar dike, diyar e. Yên vê zelaliyê nebînin wê di ava gemarî de bifetisin.

Tenha başûrê Kurdistanê weke perçakî erda azad di destê kurdan de maye. Têkçûna wir, tunebûna kurdan e. Loma niha pkkhdp bi hemî hêz û qaweta xwe, bi piştgiriya dagirkerên me, ji bona başûrê kurdistanê û Barzaniyan nehêlin, bi hemî qawetên xwe li ser kar in.

Li bakurê Kurdistanê bi rêya hdp ya xwe û li perçên din jî zarokên me li dij kurdan di nava karê tunebûna kurdan de ne. Li bakurê Kurdistanê hdp û li perçên din jî bi destnîşankirina pkk berpirs û endamên xwe yên bêhna kurdî ji wan tê, bi alîkariya dagirkeran bi firokeyên bê însan didin kuştin. Divê kurd li ser kuştinên ku van deman de pêk tê rawestin. Ma dijmin ji ku dizanî kî/ê ji ku çûne ku? Ew jî bi balavirên bê însan wan dikujin. Madem vê dizanin çima di çûyin û hatina Cemil Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan de vê nakin. Kuştinên berpirsên pkk yên ev demeke destpêkirî ye, bê hevkarî nabe û li gor min ev jî dawî anîna kesên bêhna kurdî ji wan tê ne, dibe.

Sedema çalakiyên pkk yên li dij başûrê Kurdustanê ew e ku pkk û dagirker baş dizanin ku heta Barzanî hebin, wê kurd weke kurd bijîn û başurê Kurdistanê jî dê bê parastin.

Ji ber vê ye niha pkkê partiyên xwe  û hemî medyayên xwe û bi hemî hêzên xwe, li bakurê Kurdistanê li dij PDK û Barzaniyan xistiye hereketê ku weke bêjin bakurê Kurdistanê li dij PDK û Barzaniyan e. Lê di xwepêşandanên wan de, diyar dibe ku êdî gelê me jî bi van lîstikên wan hesiyane, loma ji bilî çend dayikên ku zarokên wan di nava pkk dene û nizanin bixwînin, panqertên li dij kurdan dide destê wan û dixin meşîn li dij kurdan.

Ji ber vê ye, bi rehetî dibêjim; Pkk hemleyên xwe yên dawî dilîze, di van hemleyan de wê hemî welatparêzin nava xwe  bi destê dagirkeran bide kuştin. Ji ber ku berî ji holê rakirina xwe, çiqasî zerarê bide kurdan û bi taybetî bide başûrê Kurdistanê ev ê ji bona wan û dagirkerên me baş be. Niha hebûna pkk êdî ne di berjewendiya dewletên mezin de ye. Ji bona vê jî gavên dawî li pkk anînê ku di nêzîk de wê, wan nehêlin têne avêtinê.

Lê PKK û hevalbendên xwe, wê weke gelek caran vê carê jî di hemî malxerabiyên xwe yên li dij kurdan û Barzaniyan de dê wenda bikin. Van rojan jî weke tava havînê ku çawa roj hêdî hêdî tariyê ronî dike, cemeda nava mirovan dihelîweke wê PDK, Barzanî û gelê Kurd jî weha şevreşa Kurdan û ya başûrê kurdistanî ronî bikin. Ew roj nêzîk e. Derd û êşa dagirkeran ji ber vê ye. Lewra pkk jî niha bi hemî hêzên xwe, welatparêzên nava xwe bi destê dagirkeran dide kuştin û li bakurê Kurdistanê jî li gel hemî partiyên xwe, mirîd û sofiyên xwe li dij PDK û Barzaniyên zêdeyê sed salan e ku ji bona azadî ê serxwebûna Kurdustanê, bê westan kar û tekoşîn dane, dide meşandinê.

Ji bona têkçûna lîstikên pkk, li bakurê kurdistanê damezrandina eniyek kurdistanî li ser her kurdekî welatparêz ferze ku ji bona wê kar û xebatê bike. Pêşniyar û nerînên xwe eşkere bikin, heye. Xurtbûna tevgera siyasî li bakurê Kurdistanê piştgiriya başûrê kurdistanê û ya perçên din e. Loma dibêjim: Dev ji rexnekirina başûrê Kurdistanê berdin, li xwe û li bakurê Kurdistanê vegerin da ku em ê çawa vir ji alozî, tevliheviyên pkk azad bikin û gavên bi lez berbi damezrandna eniyeke neteweyî bavêjin, bifikirin û binivîsînin…

Pustên heman beş