Kîn û nefreta Bayik tenê dê serê PKKê bixwe!

Kîn û nefreta Bayik tenê dê serê PKKê bixwe!

Berpirsê yekem ê PKKê Cemil Bayik li gel Shar Pressê axivî û cardin li dijî PDKê dest derew û dezenfarmasyona kir.

Gelek cara behsa siyaseta PKKê li dijê destkeftiyên herêma Kurdistanê hatiye kirin û ev yek wek metirsiya herî mezin ji bo herêma Kurdistanê ye. Qonaxa ku em têre derbas dibin, li başûrê Kurdistanê tehdida sereke PKK ye. Ji xwe ev yek di hemû hewldan û çalakiyên PKKê de vekirî dixweyê. Serok û berpirsên PKKê hemû bi rêzê ve şer li dijî PDKê radigihînin û medya PKKê kampanyak berfireh li himber PDK vekiriye. PKK eşkere û awayek vekirî PDKê bi “xiyanetê“ itham dike.

Ji berî her tiştekî di vê derbarê de gerek bala ew alî yan jî rêxistin heta kesayetên xwe nêzîk PDKê dibînin û bi vî awayî didin nasandin bê kişandin. Ji ber ku gelek hene xwe wek palbend û dostê PDKê didin nîşandin lê merhabeyek jî li gel PKKê heye. Rojek ji roja nikarin li himber dijminatiya ku PKK li dijê PDKê dike bisekinin û di vê derbarê de li himber PKKê bibin xwedî helwest. Bê guman di vê derbarê de kêmasiyên siyaseta PDKê hene û ew divê siyaseta xwe li himber dost û dijminên xwe berçavre derbas bike. Ev pêwistiyek a icbariye.

Cemil Bayik di hevpeyvîna xwe de dibêje:  PDK piştgiriya îstîxbaratê dide dewleta Tirk û qadên ku tespît dike, ji dewleta Tirk re radigihîne. PDK ala Başûrê Kurdistanê ji bo nixumandina dagirkeriya dewleta Tirk bi kar tîne. Eger PDK vê hevkariya bi dewleta Tirk re dewam bike, em ne alîgirê wê jî bin wê şer biqewime.

Bayik gelek ithamên din dike û axavtinên vale dibêje. Lê emê bi kurtahî li ser van çend gotinên derew bisekinin. Berê xwe bidinê ew kadro yan jî çekdarên PKKê yên ji liyê dronên artêşa Tirk ve tene kuştin ne li herêmên di bin bandora PDKê dene. Li rojavayê Kurdistanê li nawenda Qamîşlo,Hesekê, Amûdê yanî deverên ku bi temamî di bin kontrola PKKê dene ev çalaki tene kirin.

Ji aliyek din, li başûrê Kurdistanê li devera Şingalê ev çalakiyên Tirkiye hene û ew dever jî di bin kontrola Heşda Şeibî û çekdarên PKKê de ye. Wek din deverên di bin bandora YNKê de ku PKK bi temamî lê disekine dron çekdarên PKKê dike armanc. Hinge tiştek derdikeve holê, Ajanên dewletê di nava PKKê de agahdariya didin Tirkiye, yan hinek ji YNKê agahdariya dide artêşa Tirk û yan jî berpirsên PKKê yên dixwain hinek kadroyên xwe berteraf bikin van agahiyan didin îstixbarata Tirk. Ev yek gelek vekiriye. Ji ber ku şansekî PDK tûneye vê yekê bike.

Ji aliyek din dema Bayik behsa Ala Kurdistanê dike, dibêje “ala Başûrê Kurdistanê“ gelo ew zihniyeta  ku Ala Kurdistanê, sembola netewî red dike, dê çi hêvî jê bene kirin. Gelo di derbarê Ala Kurdistanê de çi cewazî navbera hizrên Bayik û dagirkerên Tirk de heye?

Ya ji hemûyê girîngtir, PKK li dijî PDKê şerek ragihandiye û hewldide ku, zemînekî amade bike bi awayek leşkeri êrîşa bibe ser hêzên PDKê. Xwe amade dike ku, li qada başûrê Kurdistanê de şerek çekdarî li himber Pêşmergeyên Kurdistanê bike.

Xalek gelek girêng heye ku divê di rojevê de be. Îro dema PKK bi hemû awayî bangewaziya şerekî çekdarî li dijî PDKê û pêşmergeyan dike. Gerek ji nihave li himber şerxwaziya PKKê aliyên Kurd yan jî Kurdistanî xwediyê helwestekî bin. Yên îro deng nekin û di bin simbêlên xwe de bikenin , sibehî dema PDK yan jî Pêşmergeyên Kurdistanê xwe biparêzin, behsa “ şerê birakujiyê“ bikin û daxûyaniya ragihînin, ew tê wateya ku ew ji niha ve piştgiriya PKKê dikin û dijminatiyek veşartî ya PDKê dikin.

PKK di bingehê xwe de di kesayeta PDKê de şerê dewletbûna Kurda dike. Lê mixabin bi propaganda û siyaseta xwe ya ku dijmin piştgiriyê dike berê xwe dide PDKê. Tu şik tuneye ku ev yek bi palanên dewletên dakirker tû kirin. Serekaniya vê siyaseta PKKê ya dijê dewletbûna Kurda dewletên dagirkerin. Mixabin hinek partiyên ku nakokî li gel PDKê hene piştgiriya helwesta PKKê dikin û dikevin warek xirab de.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş